Girtiyê nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi kelemçekirî tê tedawîkirin

  • rojane
  • 11:35 21 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Girtiyê bi navê Tahir Gurdal ku piştî ketî girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ket, 19 roj in li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji bi kelemçekirî tê tedawîkirin. 
 
Girtiyê bi navê Tahir Gurdal (53) ku 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, di sala 2014’an de bi îdiaya “Alîkariya daye rêxistinê” hate girtin û li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra pişikê ket. Gurdal ku ev 3 meh in teşhîsa penceşêra pişikê lê hatiye kirin, nêzî mehek û nîv e anîne Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê. Gurdal, 19 roj in li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di lingê wî de kelemçe tê tedawîkirin. Kurê Gurdal, Bîrhat Gurdal bertek nîşan da ku bavê wî bi vî awayî tê tedawîkirin û xwest ku were berdan. 
 
‘TEDAWIYA BI KELEMÇEYÊ ÎŞKENCE YE’
 
Gurdal, da zanîn ku dema bavê wî ketî girtîgehê tu nexweşiyên wî nebûn û wiha got: “Piştî ku ketî girtîgehê nexweş bû. Êdî hefteyê du caran diçû nexweşxaneyê. Niha jî bi penceşêrê ketiye. Ji dest û lingan ketiye û nikare rabe. Rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Rewşa wî ewqas xerabe lê dîsa jî bi kelemçekirî tê tedawîkirin. Tiştekî wiha di mirovahiyê de nîne. Tu mirov miameleyeke wiha qebûl nake. Jixwe nikare rabe ser pêyan. Heke were berdan jî nikare bimeşe û dê li wir bimîne. Ev yek îşkence ye. Tiştek heye ku jê re dibêjin mafên mirovan. Girtî be jî di dawiya dawî de mirov e. Ez vê rewşê qebûl nakim û şermezar dikim.” 
 
‘BILA WERE BERDAN’
 
Bi domdarî Gurdal anî ziman ku bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de hene û wiha domand: “Şert û mercên girtîgehan ji bo girtiyan guncav nînin. Mîna bi bavê min, bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan tê ragirtin û şert û mercên girtîgehan li gorî wan guncav nînin. Ne tenê bavê min, dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan. Dibin nexweşxaneyê û hêj saetek bi ser re derbas nebûyî dîsa vedigerînin girtîgehê. Cihê wan ritûbat digire û xwarinên wan paqij nînin. Hewcehiya girtiyên nexweş bi sexbêrkirinê heye. Divê li cem malbatên xwe bin. Banga min ji bo rayedaran e; cihê bavê min ne girtîgeh lê cem malbata wî ye. Divê were tedawîkirin. Bila were berdan. Naxwazim ku bavê min dîsa bişînin girtîgehê. Heke bişînin girtîgehê, herî zêde dê 15-20 rojan bijî. Nikare li wir bijî. Divê were berdan.” 
 
Di berdewamê de Gurdal destnîşan kir ku dayika wî jî nexweş e lewma nikare li cem bavê wî bimîne û wiha bi dawî kir: “Ez jî di nava şert û mercên giran de li bavê xwe dinihêrim. Mexdûriyeta me roj bi roj zêdetir dibe.” 
 
MA / Eylem Akdag