Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin

img

AMED - Abdulhalîm Kirtay ku ji ber nexweşiyên giran nikare xwe li ser pêyan bigire, piştî 30 salan hate berdan. Bi berdanê re rewşa wî giran bû û malbatê rakir nexweşxaneyê. Keça Kirtay bertek nîşan da û wiha got: “Ji ber nexweşiyan, me nekarî bavê xwe hembêz jî bikin.” 

 
Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû û nikare xwe li ser pêyan bigire, piştî ji 4 parên cezayê xwe 3 jê anku 30 sal temam kirin, di 22’yê adarê de ji Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê hate berdan. 
 
BI GIRANBÛNA REWŞÊ RE RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Kirtay, ji roja hatiye berdan heta niha nikare ji nav nivînan derkeve. Ji ber nexweşiyan,  nikare rêwîtiyên rêyên dirêj bike û bi berdanê re li cem xizmên xwe yên li Manîsayê ma. Kirtay ku li Manîsayê rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneyê. Piştî mudaxileya ewil ji nexweşxaneyê derket. 
 
'ME HÊJTA NEKARIYÊ WÎ HEMBÊZ BIKIN’
 
Kirtay, îro di saetên serê sibehê de hate cem malbata xwe ya li Amedê. Lê ji ber ku Kirtay nedikariya xwe li ser pêyan bigire, di nava nivînan de dimîne. Keça Kirtay, Herdem Merwanî da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya bavê wê xerab e û nikare xwe li ser pêyan bigire. Bi domdarî Merwanî got ku ji hêlekî ve ji ber berdana bavê xwe pir kefyxweş in lê li hêla din ji ber nexweşiyên wî yên giran xemgîn in. Merwanî, axaftina xwe wiha domand: “Bavê min 30 salan di girtîgehê de ma. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, bi hatinê re neçar ma ku di nava nivînan de bimîne. Bi saetan berê hat Amedê lê mê hêjta nekariye wî hembêz bikin.”
 
'DIVÊ JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ GAV BÊN AVÊTIN’
 
Merwanî, diyar kir ku ji bo berdana bavê xwe û girtiyên din ên nexweş, li gel malbatên girtiyan Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin lê tevî hemû hewldanên wan, girtiyên nexweş heta asta dawî jî di girtîgehê de hatine ragirtin û wiha pê de çû: “Bi hezaran girtiyên din ên nexweş hene ku rewşa wan jî mîna ya bavê min giran e. Me got ku divê tavilê bên berdan. Heke bavê min di dema xwe de bihata berdan, îro di vê rewşê de nedibû. Lewma divê ji bo girtiyên nexweş gavên şênber bên avêtin. Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka malbatên girtiyan nîne. Pirsgirêka tevahiya civakê ye.  Hewceye em hîn bêhtir xwedî li girtiyên nexweş derkevin.”
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Abulhalîm Kirtay, di sala 1993’yan de li navçeya Farqîn a Amedê hate binçavkirin. Li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “yekitî û yekparetiya dewletê xerab kiriye”, cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Di pêvajoya 30 salên de Kirtay li girtîgehên Rîze, Sêrt, Wan, Amed, Êlih, Kirklarelî, Yozgat, Dîlok, Îzmîr û gelek girtîgehên din ma. Kirtay, li girtîgehê bi gelek nexweşiyan ket. 3 caran emeliyata fitqê bû, nexweşiya prostatê pir pêş ketiye û nexweşiyên weke şekir, tansiyona bilind û hemoroîtê pê re hene. 
 
Kirtay, di mijdara sala 2022’yan de 4 rojan bi awayekî kelemçekirî li Nexweşxaneya Dewletê ya Menemen a Îzmîrê hate tedawîkirin. 
 
Li gel ku nexweşiyên giran bi Kirtay re hebûn jî, heta 30 salên xwe temam nekirî nehat berdan. 
 
MA / Mehmet Guleş  

LÊGERÎN

Ji bo 1.018encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir