Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû

  • rojane
  • 11:35 11 Gulan 2023
  • |
AMED - Welatiyê bi navê Şeyhmus Eşen ku li navçeya Bismilê dijî, ji hêla polîsên rê li ber girtin ve hate derbkirin. Di dema bûyerê de zarokê Eşen jî birîndar bû. 
 
Welatiyê bi navê Şeyhmus Eşen ku li navçeya Bismil a Amedê dijî, rastî tundiya polîsan hat. Rêya Eşen ku şevê din bi wesayîtê diçû sûka navçeyê ji hêla polîsan ve hate girtin û hate derbkirin. Di dema bûyerê de zarokê wî yê 2 salî jî birîndar bû. Eşen, çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û rapora derbkirinê girt. Eşen, rapora derbkirinê bir û li Serdozgeriya Komarê ya Bismilê giliyê polîsên êrişkar kir. Eşen, têkildarî bûyerê bi ajansa me re axivî. 
 
'KULM LI RÛYÊ MIN DAN’
 
Eşen, da zanîn ku dema li Cadeya Îstasyonê diçû, rêya wî ji hêla polîsên weke “Yunus” tên pênasekirin ve hate birîn û wiha qala bûyerê kir: “Li min qêriyan û gotin; ‘bisekine, bisekine.’ Navî wî nizanim. Çawa gotin ‘bisekine’ ez sekinîm. Dema hatin cem min, li min qêriyan. Piştre jî heqaret li min kirin. Min jê re got; ‘Tu çima diqîrî li cem min zarok heye û ditirse.’ Ew jî li min qêriya û got; ‘tu çawa bersivê didî min.’ Bi berstûyê min girtin û kişand. Min jî ji bo ku zarok ji qoltixê nekeve xwarê, ew girt û axivîm. Li hêla din jî zarok ditirsiya û min hewl dida wî hayîş bikim. Dema min rûyê xwe zivirandî kulmek li serûçavên min da. Ez li ser dîreksiyonê bûm, serê xwe xist hundir û li min xist. Tiştek di destê wî de hebû lê min tam tespît nekir bê ka çi ye. Bênavber li rûyê min û laşê min dixist. Nêzî 10 polîsan li cem wî hebûn. Polîsan ew bi zorî ji wesayîtê derxistin. Dema derxistin jî heqaret li min kir. Şahidên vê bûyerê jî hene.” 
 
ZAROKÊ WÎ JÎ BIRÎNDAR BÛ
 
Bi domdarî Eşen gt ku zarokê wî jî di êrişê de birîndar bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Polîsên din jî bi devkî êrişî min kirin. Ez wî polîsî bibînim dê nas bikim. Li nexweşxaneyê dîsa derket pêşiya min. Ji min pirsa ‘tu kî yî, kesê min pê re şer kirî tu yî?’ kir. Got; ‘ez di wê navberê de bihêrs bûm, min nekarî xwe kontrol bikim, li min bibore.’ Li cem wî çendek polîsên din jî hebûn. Diviya her tişt ewqas bi hêsanî nebûya. Tu tiştek li holê nebû lê êriş kir. Ev xeletî nîne, wî polîsî sûc kir. Te tiştek nekiriye lê rastî tundiyê tê. Polîsên li rex wî jî bêdeng dimînin. Zarok giriya û ji tirsan ser qoltixa piştê kete xwarê. Serê wî werimî. Serê wî li hesinê qoltixê ket û niha di muşahedeyê de ye. Piştî ev birîna wî baş bû dê li bandora psîkolojîk binêrin. Min serî li dozgeriyê da. Di rapora derbkirinê de qala birînên li ser çav, sing û milên min tê kirin. Ez dixwazim kesê ev bûyer kirî hesabê bide.” 
 
MA / Fethî Balaman

LÊGERÎN

Ji bo 821encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'