Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike

  • rojane
  • 09:44 1 Hezîran 2023
  • |
img
SEMSÛR - Nexweşa Pênceşêrê Elîf Rûşen diyar kir ku ji ber piştî erdhejê li Nexweşxaneyên Semsûrê bijîşkên nexweşiya wê neman, tevî nexweşiya xwe jî bi derfetên xwe diçe Dîlokê tedawî dibe û got: "Ji ber xetereya enfeksiyonê bigirim heye, nikarim li cihên qelebalix bimînim, ji ber wê jî daxwaza min ew e ku wesayiteke taybet ji min re bê dayîn."
 
Elîf Rûşen (42) ku beriya 5 salan bi nexweşiya penceşêra malzarok ket, ji ber ku piştî erdhejê bijîşkên nexweşiya wê li Nexweşxaneyên Semsûrê neman bi derfetên xwe 15 rojan carekê ji bo tedawiya kemoterapiyê diçe Dîlokê. Rûşen ku piştî erdhejê xesar gihişt xaniye wan û neçar man ku biçin li taxa Bînevler a navenda Semsûrê xanî kire bikin di çûn û hatine de gelek zehmetiyan dikişînin. Divê ji ber enfeksiyonê Rûşen li cihên qelebalix nemîne lê ew ji neçariyê bi otobûsan diçe Dîlokê û ev jî rê li ber xetereya enfeksiyonê bigire vedike. Rûşen ku em li mala wê pê re axivîn, bi lêv kir ku 2 zarokên wê hene lê nikare pê re eleqedar bibe û got ku daxwaza wê ew e jê re alîkerek bê peyda kirin û wesayiteke taybet jê re bê dayîn. 
 
XETEREYA ENFEKSIYONÊ
 
Rûşen a da zanîn ku hevjinê wê ji bo debara malê dixebite, destnîşan kir ku di pêvajoya nexweşiyê de wê tu alîkarî ji dewletê negirtiye û wiha domand: "Li nexweşxaneyê ji bo alîkariyê navê min qeyd kirin lê tu alîkarî nehat. Ji ber ku dibistan dûr e û wesayit nayên vir zarokên me jî nikarin biçin dibistane. Cîranên me alîkariya min dikin, dibin navendê ez jî ji wir bi wesayitekê diçim Dîlokê, lê di rê de ez pir zehmetiyan dikişînim. Berê min li Semsûrê tedawî didît lê piştî erdhejê ji ber ku bijîşk tune ne ez diçim Dîlokê tedawî dibim. Bijîşk jî dibêjin 'bi wesayîtên qelebalix neyê tu dê enfekisyonê bigirî. Ji ber wê yekê divê wesayiteke taybet te bibe û bîne.' Piştî erdhejê du caran ez çûm tedawiyê, piştî çend rojên din êz ê dîsa ji bo tedawiyê biçim nexweşxaneyê."
 
TEVÎ NEXWEŞIYÊ BI DERFETÊN XWE DIÇE DÎLOKÊ
 
Bi domdarî Ruşen anî ziman ku di otobusan de xetereya ku enfeksiyonê bigire heye û ev tişt gotin: "Wesayît nayên taxa me, ez bi alîkariya cîranan diçim navenda Semsûrê û li wir jî bi derfetên xwe diçim Dîlokê. Lê ji ber nexweşiyê ez di çûn û hatinê de pir zehmetiyan dikişînim. Wesayîta min tune ye ji ber nexweşiye divê ez ne li cihên qelebalix bim lê otobus pir qelebalixin û ev yek jî rê li ber xetereya enfeksiyonê bigire vedike. Divê 15 rojan carekê ez biçim Dîlokê tedawiya kemoterapiyê bibînim lê derfetên min tune ne ez biçim."
 
DAXWAZA RÛŞENÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Rûşen bi lêv kir ku daxwaza we ya ji bo alaqadariya zarokan perwirdarkirina alîkarvan û ji bo çûn û hatine wesayiteke taybet heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xaniyeke ku bi kirê em dimînin jî rutubet heye ji bo nexweşiya min ne guncav e lê ji ber neçariye em li vir de dimînin. 2 zarokên min hene ez nikarimê ji wan ve alaqadar bibim daxwaza min ev ê ku weke alîkar yek bidin me ku zarokên min ve alaqadar bibe û wesayiteke taybet ji min re bê dayîn ku ez biçim Dîlokê tedawiya xwe bibînim." 
 
MA / Mahmût Altintaş

LÊGERÎN

Ji bo 744encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide