Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?

  • rojane
  • 09:46 17 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Doza Kobanê de li gelek siyasetmedaran bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayên giran hatin birîn. Têkildarî Yasîn Boru ku bi sala ye îktîdar bi kar tîne, biryara beraetê hate dayîn. 
 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê dihatin darizandin, duh li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişînê de ceza dan siyasetmedaran. Dema biryara ji 130 rûpelan dihat xwendin, parêzeran protesto li dar xistin û derketin. Siyasetmedarên girtî jî tev li danişînê nebûn. 
 
JI BO 12 KESAN BIRYARA BERAETÊ HATE DAYÎN
 
Di danişînê de ji bo Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, Altan Tan, Ayhan Bîlgen, Aysel Tugluk, Bîrcan Yorulmaz, Gulser Yildirim, Îbrahîm Bînîcî, Can Memîş, Gulfer Akkaya, Berfîn Ozgu Kose, Emîne Beyza Ustun û Sîbel Akdenîz di hemû îdiayan de biryara beraetê hate dayîn. 
 
TÊKILDARÎ MIRINA BORU BIRYARA BERAETÊ HATE DAYÎN 
  
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û derdorên HUDA PAR’î bi sala ye ji ber Yasîn Boru ê di dema çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî siyasetmedarên di Doza Kobanê de hedef digirtin. Dadgehê, Demîrtaş jî di nav de ji bo 36 kesên ji ber mirina Boru û 5 kesên din dihat darizandin, bi sedema “Teqez nîne ku ev sûc ji hêla bersûcan ve hatibe kirin” biryara beraetê da. 
 
CEZAYÊN GIRAN LI YUKSEKDAG Û DEMÎRTAŞ BIRÎN 
 
Li Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji 4’ê mijdara 2016’an ve girtî ne, cezayên giran hatin birîn. Bi giştî 42 sal cezayê hefsê li Demîrtaş hate birîn. Ji ber îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal, bi îdiaya “ji bo sûc were kirin sor kiriye” 4 sal û 6 meh, ji ber axaftinên di demên cuda de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî 10 sal cezayê hefsê hate birîn.  Balkêş e ku yek ji cezayê li Demîrtaş hatiye birîn jî ji ber axaftina wî ya di mitînga “Na ji darbeyê re, demokrasî a niha” de bû ku di 1’ê tebaxa 2016’an de piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê tîrmehê hatibû lidarxistin. 
 
JI BO WÊNEYÊ ‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ’ BIRYARA BERAETÊ 
 
Têkildarî wêneyê ku Demîrtaş di sala 2015’an di dema “pêvajoya çareseriyê” de li Qendîlê kişandî jî bi sedema “Ev kiryar di qanûnan de weke sûc nehatiye pênasekirin” biryara beraetê hate dayîn. 
 
Li Yuksekdag jî bi giştî 30 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Ji ber îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yakperetiya dewletê” 18 sal, bi îdiaya “ji bo sûc were kirin sor kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn. Her wiha ji ber 3 îdiayên “propagandaya rêxistinê” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Ji ber îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” 2 sal û ji ber “tevgerîna li dijî qedexeyên hilbijartinan” jî 3 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
5 KES HATIN TEHLIYEKIRIN
 
Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal cezayê hefsê dan Sebahat Tuncel; 9 sal û 9 meh dan Ayla Akat Ata, 9 sal dan Ayşe Yagci, 12 sal dan Gultan Kişanak û 9 sal cezayê hefsê dan Meryem Adibellî. Dadgehê dema girtîmayînê ya girtiyan da ber çavan û biryara tehliyeya wan da. 
 
CEZAYÊN TÊKILDARÎ KESÊN DIN DE
 
Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê hate birîn. Bi heman îdiayê li Mesût Bagçik, Nezîr Çakan, Aynûr Aşan û Ayşe Yagci 9 sal cezayê hefsê; bi heman îdiayê li Emîne Ayna 10 sal ceza hate birîn. Li Zeynep Olbecî jî ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
ÎDIAYA ‘XERAKIRINA YEKITIYA DEWLETÊ’
 
Li Alî Urkut bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 13 sal û 4 meh, bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin sor kiriye” 3 sal û 9 meh, bi giştî 17 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn. 
 
Bi heman îdiayan li Alp Altinors, Cîhan Erdal û Bulent Parmaksiz, Pervîn Oduncu, Zekî Çelîk, Zeynep Karaman û Nazmî Gur 22 sal cezayê hefsê, li Gunay Kubîlay, Îsmaîl Şengul û Dîlek Yagli jî bi heman îdiayan 20 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
Dosyayên 72 kesên di çarçoveya dosyayê de dihatin darizandin jî hatin cudakirin. 
 
DÊ PÊVAJO ÇAWA BIDOME?
 
Mafê kesên tên darizandin û dozgerê dosyayê heye ku li dijî biryara hatiye dayîn îtîraz bikin. Îtîraz dê li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê bên kirin. Piştî biryara îstînafê, dê serî li Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind bê dayîn. 
 
Doza kesên dosyayên wan hatine cudakirin jî dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran bidome.