Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Komîteya Amadekar Meral Şîmşek ku der barê Hefteya Çandê ya Jinên Kurd de axivî, diyar kir ku wê Hefteya Çandê bi meşa "Ji Ocalan re azadî" a di 8'ê Adarê de bê lidarxistina, dawî bibe.
 
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Ceniyê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî-Hunera Berxwedanê” li paytexta Almanya Berlînê cara yekemîn çalakiyên Hefteya Çanda Jinên Kurd li dar dixe.
 
Di çalakiyan de ku ji 2'yê adarê dest pê kirine û wê heta 8'ê Adarê dewam bikin, bi konferans, panel, xwarinên herêmî, deq, dengbêjî, folklor, konser û bernameyên hunerî çanda Kurdî tên nasandin. Çalakî li ser têkoşîna nasnameya jinên kurd, berxwedan û bîrdoziya wê ye. 
 
Nivîskar Meral Şîmşek ku di komîteya amadekar a Hefteya Çanda Jinên Kurd de cih digire, behsa xebatên ku ew dikin kir. Şîmşekê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û wiha got: "Çalakiya me hefteyek e ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî ve tê organîzekirin. Ev çalakiya ku ev nêzî salek e em li ser dixebitin û di navbera 2-8'ê Adarê de tê lidarxistin, panelên cur bi cur, xwarinên kurdî, deq, dengbêjî, folklor, konferansa Jineolojiyê, konser û pêşangehên hunerî dihewîne. Çalakiyên me wê di 8’ê Adarê de li Berlînê bi meş û konserekê bi dawî bibin."
 
'EM BERXWEDANA XWE BI HUNERÊ BELAV DIKIN'
 
Şîmşekê diyar kir ku bi çalakiyê re behsa şahî, êş, têkoşîn û berxwedana jinên kurd dikin û got: "Hefteya Çanda Jinên Kurd bû bersiva pirsa 'Em çawa dikarin berxwedan û hunerê bînin cem hev?'. Gelek hunermend bi dozên civakî û siyasî ve girêdayî ne û hunera xwe wekî navgîna xweîfadekirinê û pêşxistina wekheviyê û guhertina civakî bi kar tînin. Li hin deverên cîhanê tevî zehmetî û astengiyan jî jinên kurd kedên girîng di hunerê de dane û dengê xwe bilind kirine. Ji ber vê yekê em Hefteya Çanda Jinên Kurd li dar dixin."
 
'ELEQEYEKE MEZIN'
 
Şîmşekê da zanîn ku ew ê xebatên xwe yên çandî bi vê hefteyê re sînordar nekin û destnîşan kir ku yek ji armanca sereke ya Hefteya Çanda Kurd ew e ku qadên hilberîna jinên kurd li cîhanê berfireh bikin. Şîmşek got: “Em ê bidin der ku jinên kurd çawa bi felsefeya 'jin jiyan azadî'yê rê nîşanî hemû cîhanê dane. Em dixwazin jinên cîhanê bi vê felsefeyê bînin cem hev. Çalakiyên me ji roja ewil û vir ve eleqeyeke mezin dibînin. Em bi taybetî ji aliyê jinan û derdorên hunerî ve rastî eleqeyeke mezin tên."
 
HUNER Û BERXWEDAN
 
Şîmşekê anî ziman ku kurd li gelek deverên cîhanê di weziyeteke bihêz de ne û wiha berdewam kir: “Jinên kurd bi têkoşîn û berxwedaniya xwe û her wiha bi taybetmendiyên xwe yên şervaniyê tên naskirin. Lê jinên kurd tenê şer nakin, ji bo jiyanê xweş bikin kedeke mezin didin û xwedî ruhekî mezin ê hunerî ne. Armanca me ew e ku em berhemdariya jinên kurd, çawaniya cihgirtina wan di qada cîhanê de û têkoşîna wê ya hunerî bigihînin cîhanê."
 
Şîmşekê anî ziman ku çalakiyên ji bo dîtina jinên kurd tên lidarxistin girîng in û got: "Dema em li hemû destanên mîtolojîk dinêrin, em afirandinên jinan dibînin. Her wiha dîtin û fîgurên aîdê kurdan jî hene. Lê hêzên serdest bi hezaran salan dîroka jinêserobino kirine û çand û hunera kurdî jî tune hesibandine. Lewma, bi qasî ku em hêza jinê di warê lêkolînên çandî û hunerî de bidin der, em ê dîroka kurdan jî ew qasî bidin der. Heta ku çanda me bê tunehesibandin, dê hebûna me jî tune bê hesiabndin. Ew dixwazin me tune bikin, lê em ê bi hunera xwe, xwe biafirînin."
 
'EM Ê DI 8'Ê ADARÊ DE BIBÊJIN FREEDOM OCALAN'
 
Şîmşekê da zanîn ku çalakiyên Hefteya Çanda Jinên Kurd jî ne li derî kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd e û wiha got: “Ev sal ji bo me wê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan. Em ê di 8'ê Adarê de bibêjin freedom Ocalan."
 
MA/Esra Solîn Dal