Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 30 hezar û 960’an. 
 
Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê derbarê êrişên Îsraîlê yê li dijî Xezayê daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniya de hat destnîşankirin ku di êrişên 24 saetên dawî yên Îsraîlê de 82 kesan jiyana xwe ji dest dan û hat gotin ku ji 7’ê cotmehê ber bi îro ve hejmara miriyan derketiye 30 hezar û 960 kesan. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî êrişên dawî 122 filîstînî din jî birindar bûne û hat gotin ku hejmara birîdaran derketiye 72 hezar û 524’an. 
 
Tê gotin ku ji sedî 70’ê kesên jinana xwe ji dest dane jin û zarok in.