Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan “Yek ji serokên di dîrokê de herî zalim û dijberê cihûyan e.”
 
Serokkomarê AKP’yî Erdogan der barê bûyerên li Xezayê de Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû şibandibû dîktatorê almanî Adolf Hîtler. Îsraîlê bertek nîşanî gotinên Erdogan da. 
 
Wezîrê Karê Derve yê Israel Katz, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a platforma X’yê de di parvekirina xwe ya bi tirkî de diyar kir ku Erdogan ji ber alîkariyê dide Hamasê “Yek ji serokên di dîrokê de herî zalim e û antîsemîtîk e.”
 
Wezîrê Karê Derve Katz di parvekirina xwe de ev tişt gotin: “Hamas li dijî dewleta Îsraîlê û gelê cihûyan qirkirina ku dike û ji ber ku Erdogan alîkariyê dide van kiryaran, wî dike yek ji zalimekî herî mezin ê di dîrokê de û yekî antîsemîtîk û ligel Îranê yek ji dewleta herî zêde piştgiriyê dide terorê ye. Ji bo Ataturkê ku komar daye avakirin cihê şermeke mezin e.”