Oremar: Berxwedana Qazî bi têkoşîna Ocalan re bû yek

img
 
WAN - Bi ser darvekirina pêşengê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed re 75 sal derbas bûn. Nivîskar Kakşar Oremar got: “Berxwedana Qazî Mihemed îro bi têkoşîna birêz Ocalan ku da destpêkirin re bûye yek. Ev têkoşîn li Rojhilat bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ didome.” 
 
Li bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê hatibû avakirin. Bi ser darvekirina Qazî Mihemed re 75 sal derbas bûn. Li Mahabadê yek ji malbatên tên nasîn malbata Qazî ye. Qazî Mihemed ku yek ji ferdên vê binemalê ye di sala 1893’yan de hatiye dinê. Pêşewa dibistana xwe li cihek bi navê Qutibxane ku dersa olî lê tê dayîn, kuta dike. Pêşewa Qazî piştî ku perwerdehiya xwe temam dike, dibe Midûrê Daîreya Weqfên Mahabadê. Piştî wefata bavê xwe Qazî Alî li Mahabadê wezîfeya Qazîbûnê digire ser xwe. Piştî demekê Qazî Mihemed, li Mahabadê wezîfeya dadgeriyê dike. 
 
Pêşewa di sala 1945’an de dibe endamê Rêxistina Komeleyê Jiyanêwê Kurdistan. Piştî demek kin dibe rêberê rêxistinê û di 22’yê Çileya 1946'an de Komara Kurdistanê radigihîne. 
 
 
KOMAR TÊ DAMEZRANDIN 
 
Pêşewa û sazûmankarê Komara Kuristanê Gazî Mihemed ku 76 sal berê di 22’ê Çileya 1946’an de li Meydana Çarçira ya Mahabadê, Ala Kurdistanê radike û Komara Kurdistanê radigihîne. Di civîna parlamentoyê ya li 11’ê Sibata 1946’an de dibe Serokkomar. Pêşewa Qazî di meraîma sondxwarinê ya parlamentoyê de wiha sond dixwe: “Ez li ser navê Xwedayê mezin, Qûrana pîroz, welat û ala xwe son dixwim; ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî û nefesa xwe ya dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de da ku ala me li asîman ba bibe bixebitim.” 
 
EY REQÎP Û ZIMANÊ KURDÎ
 
Heman rojê li parlamentoyê helbesta “Ey Reqîp” a ku di sala 1938’an de ji aliyê helbestvanê kurd Yûnûs Raûf ango Dildar ve hatiye nivîsandin, wek sirûda neteweyî tê pejirandin. Parlamentoya Komara Kurdistanê di 11 mehan de ji perwerdehiya maf û azadiyan bigire heta parastina mafên neteweyî yên di dîplomasiyê de, ji xebatên çand, çapemenî û weşanê û gelek xebatên din hatin kirin û mohra xwe li xebatan da. Zimanê kurdî wek zimanê fermî tê ragihandin. Di dibistanan de dest bi dersa kurdî hat kirin. Li gel rojnameya Kurdistanê kovarên wek Hawar, Hîlale, Agir, Gelawêj û Niştîman hatin weşandin. Radyoyên kurdî dest bi weşanê kirin û ji bo pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî xebat hatin kirin. 
 
Nivîskarê pirtûka “Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an” ku li ser Komara Kurdistanê hatiye nivîsandin û rojnamevan Kakşar Oremar têkildarî Komara Kurdistanê û salvegera darvekirina Qazî Mihemed, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Kakşar Oremar
 
KOMARA KURDISTANÊ 
 
Oremar diyar kir ku navê resen ê komarê rawestiya û got: “Navê esil ê komarê Cumhûrî ango Komara Kurdistan e. Rojname û kovarên wê demê gotine Cumhurî Kurdistan. Komara Mahabad nîne. Gelek kesan wisa gotiye lê navê ew wek Komara Kurdistan tê zanîn.” 
 
SÎNORÊN KOMARÊ 
 
Kakşar Oremar destnîşan kir ku sînorên Komara Kurdistanê tenê ne bajarê Mahabadê ye û bajarên Ûrmiye, Salmas, Makû, beşek Xoyê, Kutur, Serdeşt, Piranşer, Şino, Mahabad û Bokan di nava sînorê komarê de ne. Oremar wiha got: “Helbet Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê ava kir lê belê xeyala wî Kurdistana mezin bû. Jixwe di deftera xwe ya nîşeyan de nexşeya Kurdistana mezin hebûye û ew alîgirê yekitiya kurd bû. Her tim gotiye ku serî rakirina wan wek berdewamiya Şêx Seîd, Îshak Nûrî Paşa, Simkokê Şikakî û Şêx Ûbeydûllahê Nehrî ye.” 
 
POLÎTÎKA Û XEBATÊN KOMARÊ 
 
Oramar da zanîn ku li Komara Kurdistanê ku nêzî salekê dom kir, hewl hat dayîn ku hemû tişt bên sîstematîzekirin û wiha got: “Di wê demê de gelek biryar hatin girtin û yek ji van biryaran jî biryara yekkirina hemû xaka Kurdistanê ya li Rojhilat bû. Helbet ji ber ku di wê demê de hêza wan têr nekiriye, nikaribûne tiştekî bikin. Kurdî dibe zimanê fermî û perwerdeya bi kurdî dest pê dike. Kovar û rojnameyên bi navê Kurdistan bi kurdî çap dibin. Kovarek bi navê Niştiman derdikeve. Li bajarê Bokanê kovar û pirtûkên kurdî ji bo zarokan tên weşandin. Mafên wekhev ji bo ermen û cihûyên li Mehabadê dijîn jî tê dayîn. Jin bi mêran re bi mafên wekhev dest bi jiyana xwe dikin, lewra bi piştgiriya Qazî Mihemed hevjîna wî dest bi rêxistinkirina jinan kir. Hewl hat dayîn ku yekitiya jinan bê avakirin. Di wê demê de jî ji ber wekheviya mafên jinan, Qazî ji aliyê hin şêx û meleyan ve weke 'kafir' hat ragihandin. Li şûna ku Qazî Mihemed bibe dîktator, 6 rojan li Mizgefta Ebbas Aga ya Mahabadê bi şêx û meleyên ku wî wekî ‘kafir’ îlan kirine re nîqaşan dike. Di dawiya nîqaşan de şêx û meleyan di wê baweriyê de ne ku jin xwedî mafên wekhev in. Yek ji wan karên ku hatine kirin şandina 60 xwendekaran ji bo zanîngeha leşkerî bo Rûsyayê ye.”
 
 
AZERBAYCAN PEYMANÊ XERA DIKE 
 
Oramar diyar kir ku Qazî Mihemed di warê dîplomasiyê de bi hikûmeta Azerbeycanê re têkilî daniye û li Kurdistanê bi hikûmeta Azerbaycanê re lihevkirinek çêkiriye û wiha got: “Di vê peymanê de dê li dijî êrişeke muhtemel a Îranê yekitî bê çêkirin û li dijî wê rabin. Her du dewlet jî dê rêzê li mafên kurdan û azeriyan li welatê xwe bigirin. Her kes wê bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne. Li gorî piraniya nifûsê dê zimanên fermî yên yekem û duyemîn bêne dayîn. Lê hukûmeta Azerbaycanê bi peymanê tevnegeriya û plan kir ku kurd bikevin bin serweriya wê. Qazî li dijî vê yekê derket û ev peyman bi dawî bû.”
 
YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURD 
 
Oramar daxwaza yekitiyê ya Qazî Mihemed bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Gelê kurd bi gelek komkujiyan re rûbirû maye. Li dijî van komkujî û êrişan, Qazî 75 sal berê gotiye ‘Yekitiya Neteweyî ya Kurd’ û gotina wî hîn jî derbasdar e. Berxwedana ku Qazî afirandiye bi têkoşîna birêz Ocalan a îro daye destpêkirin û bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Divê em girîngiya Qazî ya li ser yekitiyê ku daxwaza wî ya yekitiyê ye, bi bîr bînin û li gorî wî divê em zemîna têkoşînê ya kurdewarî peyda bikin.”
 
PÊŞEWA TÊ BIDARVEKIRIN 
 
Oramar anî ziman ku Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (SSBC) di sala 1941'an de ji Îran û Rojhilatê ku hatibû dagirkirin vekişiya û wiha axivî: “Îranê bi piştgiriya Brîtanyayê dest bi êrişa ser Komara Kurdistanê kir. Qazî Mihemed ku li dijî komkujiyên muhtemel bi raya giştî re hevdîtin pêk anî, li ser daxwaza gel biryar da ku bi rêveberiya Îranê re li hev bikin. Artêşa Îranê di 17’ê Kanûna 1946’an de kete bajarê Mahabadê û dawî li Komara Kurdistanê anî. Qazî Mihemed, birayê wî Sedr Qazî û pismamê wî Seyf Qazî di 31'ê Adara 1947'an de li Meydana Çarçirayê, piştî darizandina 2 rojan hatin bidarvekirin.” 
 
 
WESYETA QAZΠ
 
Şîret û wesyetên ku Qazî Mihemed beriya bidarvekirina xwe ji gelê kurd re nivisandibû wiha ye: https://xwebun1.org/wesiyeta-qazi-mihemed-ji-bir-nekin/
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn