Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin

  • rojane
  • 18:04 8 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê amade kiriye aşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku girtî rastî mûameleya nebaş hatine. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê qewimîne, li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê bi civîneke çapemeniyê aşkere kir. Di daxuyaniya ku endamên komîsyonê tev li bûn de metnê rapora binpêkirinan Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci xwend. 
 
Rapor di çarçoveya agahiyên ku di encama hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tên ragirtin re de hate amade kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li girtîgehê hejmartina ser piyan, meşa yek rêzî tê ferzkirin, di hatin û çûyîna nexweşxaneyan de lêgerîna nava dev tê kirin, bikaranîna nasnameya girtîgehê daye girtiyan hatiye ferzkirin, girtiyên naxwazin nasnameyê bikarbînin sê mehan “qedexeya aktîvîteyê” hatiye dayîn, gardiyan mûmaleya keyfî li girtiyan dikin. Di raporê de hate diyarkirin ku dema îşkence li girtiyan tê kirin dirûşma “Welat parçe nabe” hatiye berzkirin. 
 
XWARIN NEDAN 11 GIRTIYÊN KU HATIN DERBKIRIN
 
Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin gotin: “Hate diyarkirin ku di sibeya 4’ê adarê de gardiyanan bi gotina ‘hejmartin heye, lêgerîn heye’ ketine qawişan, dolab belavkirine, pirtûk û tişt avêtine erdî û 11 girtî derb kirine. Hate diyarkirin ku girtî xistine odeya yek kesî, li vir dîsa hatine derbkirin, li korîdor û hewşên qawişan kamera hebûne, birûyên wan teqiyan e û parsûyên wan werimîne, gardiyanê ku weke sergardiyan dizanin û gardiyanekî din provokasyon kirine û berpirsyarên îşkenceyê ne, van her du gardiyanan bi hedef nîşandanekê bizanebûn 11 girtî îşkence kirine, li dijî yek ji girtiyan Y.A. ji korîdorê dest bi îşkenceyê kirine, di wê kêliyê de gardiyanekê jê re gotiye ‘ li vir kamera heye lênexin, em bibin odeyê em ê li wir lêxin’; girtiyê ku ji odeyê birine li A Blokê xistine hucreya yek kesî, di hucreyê de 3-4 gardiyanan îşkence domandiye, li A Blokê kesên ji tiryakê hatine girtin hebûne, van girtiyan di wê kêliyê de dirûşma ‘Şehîd namirin, welat parçe nabe’ berz kirine û gotine ‘deriyan vekin, em ê li van binêrin.’
 
ÎŞKENCE LI GIRTIYAN TÊ KIRIN 
 
Di 23’yê sibatê de li 4 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê hatine sewqkirin, lêgerîna tazî hatiye ferzkirin, R.Î. û H.M. rastî îşkenceyê hatine; hestiyê berçavê H.M. şikestiye, bi darê zorê li ser linga maye, rewşa wî cidî bûye, bi şev birine nexweşxaneyê, rapor wergirtine, leşkeran di dema mûayeneyê de kelemçe dernexistine, bijîjk bêyî ku mûayeneyeke baş bike rapor amadekiriye, dema çûne nexweşxaneyê di rê de her tim stranên nijadperest pê dane guhdarkirin; gardiyanên ku êriş kirine xeberên nijadperest û heqaret kirine, yek ji gardiyanên êriş kiriye pişt re çûye odeya wan û gotiye ‘vî rûyî ji bîr nekin’ 
 
DI NAVA QAWIŞÊ DE ÎŞKENCE…
 
Tevî ku M.A.Î. û M.M. yên Rojavayî ku di 23’yê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hatine anîn, di ketinê de ferzkirina lêgerîna tazî qebûlnekirine, cilên wan bi darê zorê hatine ji ber kirin, ev pêkanîn li odeyeke bê kamera hatiye kirin, A.S.Ç. û Û.G. yên ji Sîlîvriyê anîne di şeva 24’ê sibatê de li gel ferzkirina ‘lêgerîna tazî’ rastî îşkenceyê hatine, di rojên pişt re jî bi hinceta kamerayên di nava qawişê de girtine û hejmartina ser piyan qebûlnekirine dîsa li qawişê hatine îşkencekirin. 
 
GARDIYAN BI ARMANCA PROVOKASYONÊ HEREKETAN DIKIN 
 
Hate diyarkirin ku gelemperî hin gardiyanan bi armanca provokasyonê hereket kirine, di hin hejmartina de gotinên weke ‘Te ez nas kirim?’ gotine, D.A. di 20’ê sibatê de ji Amedê hatiye sirgunkirin, di wesayîta sirgunê de tevî cih hebûye jî temamê tiştên wî neanîne, destûr nedane ku hemû tiştên wî bên anîn, ji bo tiştên wî yên 50 kîlo 500 lîre heqê kargoyê hatiye wergirtin, têkildarî bûyerên dawî girtiyan ji hin saziyan re (Komîteya Şopandina Mafên Mirovan Walîtiya Samsûnê, Wezareta Dadê, Meclis, Komeleya Mafên Mirovan hwd.) daxwazname nivîsandine, daxwaznameyên nivîsandine nehatine şandin, tevî ku qeyda derketina daxwaznameyan hatiye xwestin, nimreyên derketinê nedane wan, di hefteyên dawî de bi hinceta nameyên wan bifikar in hatine desteserkirin, ji girtiyan V.S. ji ber nameya wî bifikar hatiye dîtin bi gotine ‘ne guncav e’ nehatiye şandin, gardiyanan bi devkî ev ragihandiye, gardiyan di korîdoran de her tim bi dengekî bilind û bixeber axivîne, her tim sohbet kirine, bi taybetî girtiyên li odeyên serê korîdoran dimînin ji ber dengê bilind nikarin razin.
 
XWARINA JI BO KESEKÎ DIDIN 3 KESAN 
 
Dîsa hate ragihandin ku porsiyonên xwarinê biçûk in, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan, ji ber vê yekê her 3 kes jî birçî dimînin; bincilên li kantînê tên firotin bêqalîte ne û naylon in, kesên diketin çalakiya greva birçîbûnê digirin odeyeke din, ji ber vê yekê ji hin kesan re semawer, televizyon, ava fêkî nehatiye dayîn, lê girtiyên vê dawiyê ketine çalakiya greva birçîbûnê li odeyên xwe hatine xistin; her wiha dema girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine daxwazname hatiye dayîn, derbarê girtiyên di çalakiya grevê de lêpirsîn hatiye destpêkirin pişt re cezayê mehekê yê ji aktîvîteyan bêpar hatine hiştin. Pişt re girtiyên ceza girtin îtîrazî dadgeha înfazê girtine û îtîraza wan hatiye qebûlkirin li pişt re ji girtiyên piştî vê yekê dest bi grevê kirine cezayê mehekê yê ji aktîvîteyan bêpar hatine hiştin lê hatiye birîn.”
 
 

Sernavên din

24/04/2024
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket