Li gelek navendan serdana goristanan: Em ê felsefeya wan bidin jiyîn

  • rojane
  • 15:39 9 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran serdana gora kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, hate kirin. Kesên serdana goristanan kirine, bertek nîşanî texrîbkirina goristanê dan û wiha gotin: “Çi bikin bila bikin, bi hezaran salan êriş bikin jî dê ev berxwedan bi ser bikeve.” 
 
Li Amedê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şarastaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), serdana goristanan hate kirin. 
 
Gelek gorên di Goristana Sisê de ji aliyê hin kesên nasnameya wan nediyar ve hatin texrîbkirin. Malbat bertek nîşanî rewşê dan û anîn ziman ku ew ê li dijî neqehî û zilmê li ber xwe bidin. 
 
‘BI HEZARAN SAL BIDOME JÎ DÊ BERXWEDAN BI SER KEVE’
 
Serokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç îşaret li şehîdên demokrasiyê yên gorên wan hatine texrîbkirin kir û anî ziman ku ew di oxira jiyaneke birûmet de canê xwe dane. Kiliç wiha axivî: “Ew ê tim di dilê me de bin. Em ê felsefeya ku wan di oxira wê canê xwe feda kirine, her tim bidin jiyîn. Fêmkirina doz û felsefeya wan deynê me ye. Heta em digihijin armancên wan têkoşîn ser me ferz e. Em jî dê li ber xwe bidin. Yên li hemberî me divê baş zanibin ku çi bikin bila bikin, hezaran salan jî êriş bikin dê ev berxwedan bi ser bikeve. 
 
Kiliç bertek nîşanî texrîbkirina goristanê da û wiha got: “Yên ku dixwazin nîgara herî xirab bibînin, bila berê xwe bidin goristana Sîsê. Ev çi ferasetekî qirêj û êrişkarî ye. Em vê feraseta qirêj şermezar dikin û lenetê lê tînin. Bila ew baş zanibin ku dê şehîdên me di dilê me de bijîn. Em soz didin ku dê şopdarê wan bin.” 
 
ÇEMÊ ELÎKA
 
Şande piştî Amedê, derbasî Goristana Çemê Elîka bû. Şande bi diruşma “Şehîd namirin” ket goristanê, û dia xwend. Hat dîtin ku gelek gorên li vê goristanê jî hatine texrîbkirin. Kêlên ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin şikandin. Malbat bi lorikan perçeyên kêlê miriyên xwe kom kirin. Di bîranînê de sekreterê berê yê MEBYA-DER’ê Kasim Pervane bi gotina, “Li hember miriyên me jî rêzgirtina wan nîn e” bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Şehîdgeha me talan kirine. Em vê yekê qebûl nakin.”
 
TURKOGLU: EM Ê XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN
 
Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê û Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû bal kişand ser şikandina kêlên li goristanê û ev tişt gotin: “Em li vê derê bêtehemûliya konsepta şer dibînin. Polîtîkayên qedexeker ên desthîla  AKP’ê û MHP’ê nirxên mirovahiyê ser û bin kirin. Heke îro em karibin jiyana xwe bi awayeke rûmet bidomînin, ev bi saya berdêlên ku hevalên me dane ye. Em ê xwedî li nirxên ku mirovahiyê ava kirine, derkevin. Dibe ku ew nikaribin tehemûl bikin lê belê em ê bi têkoşîna xwedî lê derdikevin, jiyaneke birûmet ava bikin. Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin.”  
 
PÎRAN
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amed û navçeya Pîranê bi boneya Cejna Remezanê serdana Goristana Pîrêjmanê kirin. Leşker di têketina Gundê Pîrêjmanê de pêşî li  partiyiyan girtin û bi hinceta biryara  qedexeyê ya walîtiyê heye, nehiştin partiyi ber bi goristanê ve biçin. Bi ser vê yekê partiyiyan li Gundê Pîrêjmanê daxuyaniyek da û vê nêzîkatiyê şermezar kir.
 
Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk di daxuyaniyê de axivî û da zanin nahêlin wecîbeya olî jî were pêkanîn. Ozturk, bal kişand ser rewşa waliyê ku nahêle li ser gorê fatîhayek jî were xwendin. Ozturk, da zanîn ku tu endam, rêveber, sazî û komeleyên wan vê sekna qedexeker ji bîr nake û wiha axivî: “Hemû hevalên me xwedî li nirxên xwe derketine û dê ji niha pê ve jî xwedî derbikevin. Ev kiryar bêfeyde ne û çareserî nîn in. Ev tişta ku em dixwazin bikin, erkeke olî ye. Kesên ku dibêjin 'Em olê diparêzin û hurmeta me ji olê re heye' bêhurmetiya herî mezin li olê dikin. Ev qedexe dijî mirovahiyê, dijî olê, dijî wijdan û exlaqê ye.”
 
Ozturk, diyar kir ku yên serdikevin dê kesên ji bo nirxên xwe bedeldayî bin û axaftian xwe wiha bi dawî kir: “Sekna gelê me dê serbikeve û serkeftin jî bi xwe re azadiyê tîne. Berdêlek wisa hat dayîn ku gelekî ji tunebûnê xelas kirin û îro ev gel li ser pêyan e, xwedî îrade ye û roj bi roj ev îrade xurttir dibe. Ev îradeya gelê me dê van qedexeyan ji holê rake. Em ê bi vê îradeyê qedexeyan têk bibin.”
 
Piştî daxuyaniyê girse serdana kesên di têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dane kirin û dia xwendin. 
 
EDENE
 
Di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) ê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên Kuçukoba, Asrî, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mutlu yên di navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregîrê de kirin. DEM Partî, Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) û gelek kes tev li serdanan bûn. Şande gul danîn ser gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û dia xwendin. 
 
MÊRDÎN
 
Rêveberên partiyê siyasî û saziyên demokratîk ên sivîl û hevşaredarên DEM Partiyî yên navend û navçeyan li navçeyên Merdînê yên Qoser, Nisêbîn, Kerboran, Artuklu, Stewr, Şemrex û li gelek cihan serdana gora kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin. Şandeya goristanan ziyaret kiriye bi ser têkoşîna kesên di oxira azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axaftin kirin. 
 
Serokê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday bi ser gora ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay axivî. Kuday anî ziman ku ew li ber bîranîna têkoşerên azadî û demokrasiyê bejna xwe ditewînin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mîhdî Tunç li ser gora Ahmet Araç ê di serhildarana 2006’an de li Qoserê hatibû qetilkirin axivî. Tunç bi bîr xist ku hêj jî faîlên qetlîamê nehatine dîtin û anî ziman ku ew ê têkoşîna Araç bidomînin. 
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê jî bi pêşengtiya Komeleya Çand, Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) serdana goristanan hate kirin. Parlamenterên DEM Pratiyê yên Şirnexê Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn.
 
Ji ewil Goristana Asrî ya Cizîrê hate ziyaretkirin. Piştre jî çûn serdana gora Orhan Dogan. Girse piştî serdana Goristana Asriyê derbasî Goristana Yafesê bû. Li vir dua hatin kirin û DEM Partiyiyan êşa malbatan parve kirin. Di heman demê de Goristana Nalo Ro ya li navenda Şirnexê û yên asrî yên navçeyên Silopiya û Hezexê jî hatin ziyaretkirin. 
 
ÎZMÎR
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (ANYAKAY-DER), Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya EGE’yê (EGE-TUHAYDER) bi wesîleya Cejna Remezanê serdana goristanan kirin. Şande di goristanên Dogançay û Ornekkoyê serdana Berna Koç û Ayşe Denîz ên di qetlîama 10’ê cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên di têkoşîna azadiyê de jyana xwe ji dest dane kirin.
 
WAN
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi wesîleya cejna Remezanê li gelek taxan serdana goristanan pêk anî. Parlamenterên Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Mahmut Dîndar,Zulkuf Uçar,Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Jiyana xwe Ji Dest dane (MEBYA DER),Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Ciwanan, rêveberên DEM Partî Û DBP’ê tevli bûn.
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar di serdana goristanan de axivî û go: “Em bi saya şehîdên Kurdistanê di riya xwe de dimeşin. Em saya wan hene. Em şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin.”

Sernavên din

24/04/2024
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket