Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin

  • rojane
  • 09:41 10 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Qoserê ku şaredarî 106 milyon TL’an di bin deyn de hiştiye, dema çûyî bi xwe re hem personelên ÎŞKUR’ê hem jî wesayîtên kirêkirî bir. Hevşaredar Zeynî Îpek got ku tevî her tiştekî ew ê xizmetên xwe bikin. 
 
Di sala 2016’an de li Mêrdînê qeyûm hate tayînkirin û di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Qoserê bi dest xist. Lê belê Wezareta Karên Hundir di 4’ê mijdara 2019’an de cara duyemîn qeyûm tayîn kir. Şaredaiya Qoserê piştî 5 salan bi rêjeyeke ji sedî 70’ê kete destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî). Hevşaredarên Qoserê Zeynî Îpek û Hamdiye Bîlek Turgay, mazbatayên xwe wergirtin û di 3’yê nîsanê de tevî gel derbasî şaredariyê bûn û dest bi peywira xwe kirin. 
 
LI PEY XWE 106 MILYON DEYN HIŞT
 
Rêveberiya DEM Partiyê çawa ku dest bi peywirê kir, dest bi lêkolîna fealiyetên serdema qeyûm kir. Li gorî tespîtên rêveberiya nû; di serdema qeyûm de şaredarî 106 milyon û 483 hezar û 852 TL di bin deynan de hate hiştin. Li gorî tespîtan; Şaredariya Qoserê ji bo Banka Îllerê 46 milyon û 676 hezar û 362 TL, ji bo Banka Vakiflarê 43 milyon û 404 hezar û 236 TL, ji bo Banka Fînansê milyonek û 532 hezar û 917 TL, ji bo Sindoqa Teqadidan 2 milyon û 275 hezar û 20 TL, ji bo Şîrketa Anonîm a Personelan 3 milyon û 467 hezar û 886 TL, ji bo Midûriyeta Ewlehiya Civakî 3 milyon û 6 TL û ji bo Daîreya Bacê jî 6 milyon û 121 hezar û 160 TL hatiye deyndarkirin. 
 
KARKER VEGUHESTIN SAZIYÊN CUDA
 
Piştî teslîmgirtina şaredariyê, karkerên li ser ÎŞKUR’ê hatine girtin û li şaredariyê bi demkî hatine peywirdarkirin jî li saziyên cuda hatin peywirdarkirin. Bi vê yekê re li navçeya ku nifûsa wê 300 hezar e tenê 14 personelên paqijiyê man. Di heman demê de rêveberiya qeyûm, peymana kirêkirinê ya wesayîtên kirê kiribû jî weke 31’ê adara 2024’an diyar kiribû. Lewma jî piştî fîrmayan wesayîtên xwe paşve birin, wesayîtên ku personel bi kar bînin neman. Ji ber ku makîneyên kar ên di xizmeta şaredariyê nehatine sexbêrkirin, nema dikarin bên bikaranîn. Lewma jî rêveberiya DEM Partiyê weke karê ewil ji bo kirêkirina wesayîtan talîmat da û biryar da ku makîneyên kar ên kontrola wan nehatiye kirin dîsa bên kontrolkirin. 
 
‘EM SERDEMA QEYÛMAN LÊKOLÎN DIKIN’
 
Hevşaredar Zeynî Îpek rewşa piştî qeyûm ji ajansa me re vegot. Îpek,  got ku dema di sala 2019’an de piştî qeyûm hatin jî rastî heman rewşê hatine. Îpek, wiha domand: “Wê demê jî şaredarî di bin deynan de hiştibûn, amûrên şaredariyê biribûn. Anku ne weke saziyeke dewletê, weke saziya şexsekî be nêz bûbûn. Qeyûm çûyî her tişt bi xwe re biribû û şaredarî vala kiribû. Me tenê dikariya mûçeyên xebatkaran bidin lê me nedikariya xizmetê bikin. Ji bo krediyê me serî li kîjan bankê dabe, ji me temînat xwestin û kredî nedan. Lê di sala 2019’an de piştî tayînkirina qeyûm, qeyûm Huseyîn Çam krediyên pir mezin kişandiye. Bankên kredî nedayîn me, dane qeyûm. Lewma çawa ku em hatin me ji Dîwana Çavdêriya Darayî mifetîş xwest. Me niha jî xwest.” 
 
‘EM JI PARADÎGMAYA XWE BIBAWER IN’ 
 
Îpek, axaftina xwe wiha qedand: “Dîsa jî em ji xwe û ji gelê xwe bawerîn. Em ji paradîgmaya xwe ya şaredarîvaniyê bibawerin. Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin. Dibe ku şaredarî vala kiribin lê em ê tişta ji dest tê bikin. Em ê personelên ku di vê serdemê de bi awayekî derusulî alîkarî dane sepanên qeyûm jî diyar bikin û ji hêla hiqûqî ve hesabê jê bipirsin. Em ê van pêvajoyan temam bikin û tevî gelê xwe şaredariyê birêve bibin. Em ê bi awayekî herî baş xizmeta şaredariyê bikin û tevî gelê xwe têbikoşin.” 
 
 MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

30/04/2024
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart