Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin

  • rojane
  • 13:35 10 Nîsan 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja ewil a Cejna Remezanê de li gelek bajaran gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin. Her wiha cejna malbatên girtiyan hatin pîrozkirin. 

Bi boneya Cejna Remezanê li gelek bajara gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û malbatên girtiyan hatin ziyaretkirin. 
 
STENBOL
 
Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ên li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangazî ya stenbolê hatin ziyaretkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, rêveberên navçeyan û gelek kes tev li bûn. 
 
Ziyaretvan li Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (CEMEVÎ) kom bûn û weqf ji saetên zû yên serê sibehê ve ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Girseyê ji ewil cejna hev pîroz kir û piştre ber bi Goristana Gaziyê ve meş li dar xist. Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” kete goristanê. Li ser goristanê ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî dua hatin kirin. 
 
'HETA JI KÊLÊN GORÊN ŞEHÎDÊN ME JÎ DITIRSIN’ 
 
Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Emîne Arslan li ser gorên kesên di komkujiyên Pirsûs û Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayîn axivî û wiha got: “Şehîdên me rûmeta me ne. Tehemûla kêlên şehîdên me jî nakin ku li Lice û Pirsûsê kêlên wan texrîb kirin. Ji ber ku ji wan kêlan jî ditirsin.” 
 
'JI BILÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR TU RÊYÊN ME NÎNIN’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî wiha got: “Em rêhevalên xwe yên ji bo azadiya gelan ketine rê, dayikên laçikspî yên daxwaza aştiyê dikin û rêhevalên xwe yên li girtîgehan li ber xwe didin silav dikin. Em soza mezinkirina têkoşînê didin wan. Ji bilî têkoşîna hevpar, tu rêyên me nînin.” 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser goran. 
 
COLEMÊRG
 
Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê, hevşaredarên bajar û gelek partiyî bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana Goristana Serê Solan a li Taxa Tekserê û li ser gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dua xwendin. 
 
Li Geverê jî goristanên li Bajergeh û Taxa Ormanê hatin ziyaretkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê û hevşaredarên navçeyê piştî ziyareta goristanan, cejan welatiyan pîroz kirin. 
 
EDENE 
 
Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana malbatên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Di serdanan de cejna malbatan hate pîrozkirin. 
 
'BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’
 
Di serdanê de ji xizmên girtiyan Siyasî Arslan got ku keça wê Fatma Arslan di girtîgehê de ye û niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyê dike. Arslan, di serî de Abdullah Ocalan, cejn li hemû girtiyên siyasî û gelan pîroz kir û xwest cejn bibe wesîleya rakirina tecrîdê û aştiyê. 
 
MÊRSÎN
 
Rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re (ÇUTUAY-DER) jî bi boneya cejnê çûn serdana malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û malbatên girtiyan. Di serdanan de cejna malbatan hat pîrozkirin.
 
AMED
 
Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şarastaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) û heyeta pê re li Goristana Yenîkoyê ya Amedê gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.
 
Di bîranîna cejnê de ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç, kesên li Goristana Yenîkoyê radizên bi bîr anî. Kiliç, diyar kir ku ew deyndarên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ne û got, “Heke van kesan canê xwe feda nekirana, hêzên tarî wê ev jiyan ji me re bikirana zindan. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîna wan bidomînin.”,
 
Serdana goristanê piştî duayan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/04/2024
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket