ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan

  • rojane
  • 16:05 13 Nîsan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re li sê bajaran daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş Yildirim Demîr, Mehmet Guvel û Abdullah Zorarslan bên berdan. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re li Enqere, Îzmîr û Stenbolê bi çalakiyên xwe bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin bên berdan. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 501’emîn de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate vekirin. Daxuyanî ji hêla endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin û balk kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku 28 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. 
 
REWŞA TENDURISTIYÊ YA YILDIRIM DEMÎR
 
Çevîrmen, nexweşiyên Demîr wiha rêz kir: “Çavê wî yê rastî ji sedî 95 nabîne û jê re hatiye gotin ku tedawiya wê nîne. Ji çavê xwe yê çepê emeliyata kataraktê bûye. Her cara ji bo çavê xwe diçe cem bijîşk, dilopa rondikan a sunî tê dayîn û tê şandin. Ji ber çavê xwe heta niha 6 caran anjiyo bûye. Ji bo ji çavê xwe bi lezgînî emeliyat bibe sewqa wî ji bo Enqereyê derket û heke emeliyat nebe dibe ku çavê xwe winda bike. Dermanên wî bipere ne û tevî ku qebûl kiriye jî ji bo emeliyatê nayê sewqkirin. Her wiha dermanên çavê wî ji derveyî welat tên şandin û ev salek û nîv e ev derman nayên dayîn.” 
 
 
Çevîrmen, da zanîn ku Demîr nexweşê bronşîta kronîk e û pirsgirêkên wî yên weke reflu, gastrît, ulser jî hene. Çevîrmen, wiha domand: “Du caran xwîn ji mîdeyê wî hatiye lê dîsa jî pêdiviyên wî yên diyetê nayên pêşwazîkirin. Ji ber nexweşiya sendroma rûvriyan a Îrrîtabl, nexweşiya wî ya hemoroîda hundirîn heye. Di her çokên wî de jî menuskus çiriyaye. Nexweşê prostatê ye û testên wî yên PSA’yê gelemperî bilind derdikevin. Heta niha 3 caran biyopsî hatiye kirin û 6-7 sal in dermanan bi kar tîne. Di guhên wî de jî vertîgo, dengvedan heye û baş nabihîse.” 
 
XETERE HEYE KU FELC BIBE
 
Bi domdarî Çevîrmen anî ziman ku Demîr piştî fitqa stû bi xetereya felcbûnê rû bi rû ma ye û bêyî ku emeliyat bibe vegeriyaye. Çevîrmen, wiha pê de çû: “Di testên hatine kilrin de teşhîsa nexweşiya Apneya Xewê hate kirin. Tevî ku randevûya ji bo pidiyan hatiye dayîn jî nebirine nexweşxaneyê. Di sala 2016’an de Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşehîrê rapora ‘ji sedî 41 astengdar e’ da û sewqî ATK’a Stenbolê hate kirin. Lê ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.’  Lê belê di nava salan de astengdariya wî zêde bû lê ji ATK’ê re nayê şandin.” 
 
Çevîrmen herî dawî jî xwest Yildirim Demîr were berdan. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 288’an de li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Guvel ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin. 
 
 
Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve û ya tirkî jî rêveberê şaxê Ahmet Çîçek xwend. Gumuş, da zanîn ku Guvel 78 salî ye, ji sedî 80 astengdar e, nexweşê Wernicke korsakofê ye, tedawiya penceşêra prostatê dibîne û wiha domand: “Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Bi şev 7-8 caran diçe daşirê û her carê dikeve erdî. Xetere heye ku seqet bibe.”
 
TEDAWIYA WÎ NÎVCO MA
 
Bi domdarî Gumuş got ku dema Guvel li Nexweşxaneya Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû ya Stenbolê dihat tedawîkirin di 6’ê sibata 2024’an de hatiye binçavkirin û di 10’ê sibatê de hatiye girtin û birine Girtîgeha Marmarayê. Gumuş, diyar kir ku Guvel di 24’ê sibatê de anîne Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklarê û wiha derbirî: “Tedawiya wî nîvco ma. Di nexweşiyên penceşêrê de dem pir girîng e. Ji hemû encamên neyînî yên rewşa Guvel, rayedar berpirsyar in.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûnştinê bi dawî bû. 
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî di hefteya 629’an de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya şaxê hate dayîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Zoraslan ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tê ragirtin û nexweşiyên wî yên weke dil, gurçik û tansiyona bilind hene. 
 
Daxuyanî ji hêla endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê Meryem Bars ve hate xwendin. Bars, got ku nexweşiyên weke tansiyona bilind, gurçik, pişik û mîzdankê yên Zoraslan hene û bi rûviyên ji sedî 85’ê wan hatiye girtin dijî. Bars, got ku divê Zoraslan tavilê were berdan. Bi domdarî Bars, ev agahî parve kir: “Zoraslan di 2016’an de bi birîndarî hate girtin û ji sedî 85’ê rûviyên wî hatin girtin. Dema tedawiya wî didomiya ji nexweşxaneyê derxistin û birin girtîgehê." 
 
HÊJ SÊ FÎŞEK DI LAŞÊ WÎ DE HENE
 
Bars, agahiyên ku birayê Zoraslan dane jî wiha parve kir: “‘Di laşê kekê min Abdullah Zoraslan de sê gule hene ku her sê jî xetereyê li ser jiyana wî çêdikin. Du di pişika wî de û yek jî di mîzdankê de ye. Tenê bi gurçikekî dijî û piştî emeliyatê, ji ber rûviyên kurt bûyîn gelek zehmetiyan dikişîne. Ev 8 sal in girtî ye û gelek caran emeliyat bû. Ji bo xelasbûna cezayê birayê min hefteyek mabû ku lêpirsîneke nû vekirin û li ser îfadeyên şahidekî û bêyî delîl biryara girtinê dan. Ev yek derhiqûqtî ye û bi vê yekê birayê min terkî mirinê dikin. Gurçikeke birayê min nîne û di dilê wî de pirgirêk heye. Her wiha parçeyên metalan di laşê wî de hene. Divê bi mamayê taybet xwarinê bixwe. Xwe li benda mirina kekê min digirin lewma bernadin.’”  
 
 
 

Sernavên din

01/05/2024
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin