NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê, êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê ya li dijî otobûsekê şermezar kir.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê ya li dijî otobusekê ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn, daxuyanî da. MSD’ê, êriş weke “sûcekî hovane û hewldaneke ji bo têkbirina aramî û yekitiya welat” bi nav kir.
Bi domdarî MSD’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û bang li hikûmeta veguhêz kir ku tavilê lêpirsîneke zelal bide destpêkirin û sivîlan biparêze. MSD’ê banga xwe ya ji bo diyalogeke neteweyî ya berfireh ku hemû hêzên siyasî û civakî tê de beşdar bibin, dubare kir.
Di dawiya daxuyaniyê de MSD’ê banga rawestandina gotara nefretê ya li ser medyayê kir û diyar kir ku divê medya bibe pireke ji bo hişyariyê.
