ŞIRNEX - Platforma Şaxên KESKê ya Şirnexê li Qada Komarê daxuyanî da û got: “Me aştî xwest, em hatin Îxrackirin.”
Platforma Şaxên KESKê ya Şirnexê li Qada Komarê ya Şirnexê bi boneya salvegera KHK'yên di 29'ê Cotmeha 2016'an hatin îlankirin û deh hezaran kes hatin îxrackirin daxuyanî da. Li gel nûnerên Şaxên KESKê, rêveberên partiyên siyasî yên navend û navçeyên Şirnexê û nûnerên komeleyên sivîl ên civakî, çandî, ekolojîst û kesen îxrackirî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê KHK biçin, em ê bimînin” hate vekirin. Daxuyaniyê mamosteyê îxrackirî Hecî Demîr xwend.
Hecî Demîr diyar kir ku desthilat xwest bi KHK'yan kesên îxrackirî muxtacî xwarina kalikên daran bikin û wiha got: “Bi 36 KHKyan 10 hezaran kes ji kar derxistin, saziyên ziman û çandê tasfiye kirin. Li dijî van polîtîkayan heya têkoşîna me ya ked, aştî û demokrasiyê encam dibe em ê têbikoşin.”
Hacî Demîr bang desthilatê kir ku bi polîtîkayên hevgirtî re tevbigere û wiha got: “Hemû hevalên me yên îxrackirî vegerînin ser karên wan. Dest ji siyasîkirina darazê berdin. Bila 51 parlamenterên di komîsyona meclisê de cih digirin ji bo KHK'î vegerin ser karên xwe qanûnan amade bikin û pêşkeşî meclisê bikin. Me li dijî polîtîkayên şer aştî xest. Em hatin îxrackirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Dê KHK biçin em ê bimînin” û “Îxrackiriyên KHK'î rûmeta me ne” bi dawî bû.
