NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Newaya Jin, bi hejmara xwe ya Mijdarê derket pêşberî xwînerên xwe. Rojname, bi manşeta “Ji demeke ku pel jî nahejîne heta ‘Jin Jiyan Azadî’ye” derket.
Di hêjmara vê mehê ya rojnameya de, di çarçoveya 25’ê Mijdarê “Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinê” de, tundiya li ser jinê ya li cîhanê û Rojhilata Navînê, sedemên tundiyê û awayên berxwedana ku jin pêş xistine, hatiye destnîşankirin.
27’ê Mijdarê, di pêvajoya dîrokî ya ji kongreya damezrandina PKK’ê heta kongreya fesihkirinê de, berxwedana jinê bi awayekî berfireh cih girtiye. Rojname, ji xebatên rêxistinbûn û hişyarbûna ku jinên Kurd pêşengiya wê dikin, heta konferansên yekîtiya netewî û demokratîk, gelek pêşketinan ji perspektîfa civaka demokratîk nirxandiye.
25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinê, ji bo tunduya rêxistinkirî û bê sînor a li ser jinê, têkoşîna jinan a rêxistinkirî û bê sînor jî ji aliyê wate û girîngiyê ve rojeke girîng e. KJK’ê di nivîsa xwe de wiha got: “Bi taybetî tundiya li ser jin û zarokan ku dewlet ew misoger kiriye, piranî rastî tu cezayê naye. Pergala dadweriyê ku ji bo kesên tundiyê dikin sedeman dibîne, dewlet bi awayekî domdar tora tundiyê ya hebûna xwe diparêze.”
Nivîskar Viyan Lolan, di dîroka PKK’ê de berxwedan û asta azadiyê ya ku gihîştiye “jina ku bi serkeftina xwe bûye xwe” kir mijar. Di kongreya yekem a PKK’ê de tenê du jin hebûn, di kongreya dawîn de ev hema hema nîv bû. Lolan, raze mezinbûna îradeya jinê wiha anî ziman: “Jin, bi sekna xwe ya taybet û cevhera xwe, bêyî ku bibe mîna mêr, hem xwe hem jî civaka xwe dikare biparêze.”
Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag, şerê li dijî jinan wekî parçeyekî şerê li dijî civakan destnîşan kir. Ustundağ, amûrên têkoşînê yên salan têrker nedît û got: “Paradîgmaya ku li ser cezaya mêran hatiye avakirin hêdî hêdî têk diçe, li şûna wê, fikra ‘dadweriya veguherîner’ ku têkoşîna xwe li ser xurtkirina têkiliyên civakî û veguherîna civakî ava dike, belav dibe. Ev fikir, şerê li dijî jinan wekî parçeyekî qirkirina civakî dibîne û pevçûna di navbera mêr û jinan de vedigerîne cihê wê yê rast. Yanî dubare vedigerînê civakê û hewl dide ku ev bibe bingeheke veguherîna exlaqî ya civakî.”
Xebatên Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd ku nêzî bîst salan e didomin, di konferansên 2009 (Amed) û 2011 (Hewlêr) de bi delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê re gihîştin astekî berbiçav. Gavê nû yê van xebatan ên ku yekîtiya domdar armanc dikin, bi kongreya ku di destpêka 2026’an de were lidarxistin wê bê avêtin. Fatma Kaşan, vê pêvajoyê wiha nirxand: “Yekîtiya netewî ya li ser têkoşîna azadiya jinê, bi xisleta xwe yê antî-patrîarkal, antî-desthilatdar û antî-mêtînger wê bibe hêza demokratîzekirina civakê.”
Di rûpela Jineolojîyê de Elif Kaya, li ser atolyeya bi navê “Fehmkirin, Bîranîn û Bi Hev re Çareseriyê Pêşxistin” ya li Parîsê hatiye lidarxistin, li ser qirkirina jinê nivîsî. Kaya anî ziman ku li gorî rapora Yekîtiya Jinê ya NY’yê ya 2023’an, di salekê de li seranserê cîhanê zêdetirî 51 hezar û 100 jin hatine kuştin û wiha got: “Statîstîkên qirkirina jinê her tiştî venabêje jî, lê encamên hînker pêşkêş dikin. Lêkolîn, atolye û konferansên di vê qadê de, bi dîtina tiştên qewimîn, hişyariya civakî mezin dikin."
Di rûpelên kurdî yên rojnameyê de Roza Metîna, “Dayikên Aştîyê” yên ku her çend êşên herî giran ên têkoşîna azadiyê jiyane jî ji têkoşîna aştiyê venegeriyane, kir mijar.
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan, pêşketinên li Rojhilata Kurdistanê û Îranê nirxand. Viyan got, Îraneke azad û demokratîk tenê bi şoreşa jinê gengaz e.
Elîf Hemo jî di derbarê xebatên rêxistinbûna jinên pêşeng ên ji bo Sûriyeke demokratîk û planên serdema pêş de nivîsî. Her wiha Munevver Azîzoglu Baran, di hevpeyvîna xwe ya bi Prof. Dr. Neşe Ozgen re kiriye de, pirsgirêkên jinên koçber ên ku neçar mane li kampên Ewropayê dijîn, kir mijar.
Di rûpela Ekolojiyê de Gulten Aydin, li dijî avahiya yekperest û zayendperest a netew-dewletê, modelek civaka demokratîk a li gel xwezayê lihevhatî kir mijar: “Divê awayên hilberînê yên serdest ên ku xwezayê ber bi wêraniyê ve dibin bên derbas kirin. Li şûna wan, divê çanda hilberîn-xwarinê ya li gel xwezayê û têgihiştina hilberîna komunal bi cih bibe.”
Di hevpeyvîna Meral Çîçek bi çalakvana jinê ya belûc Dur Bibi ya li sirgûnê re kirî de, têkoşîna azadiyê ya jinên belûc û rola wan a di berxwedanê de tê vegotin.
Di nivîsa portreyê ya Fidan Yildirim de, navê sembol a têkoşîna serxwebûna Cezayirê Djamila Bouhired cih digire.
Xwîner dikarin ji navnîşana "newayajin.net" xwe bigihînin hemû hejmarên rojnameyê.
