NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li çar bajaran çalakî lidarxistin, edalet xwestin û diyar kirin ku riya aştiyê di qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di xwepêşandanên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 873'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram ku di Mijdara 1996'an de dema ku li malekê mêvan bû hat binçavkirin û ji wê demê ve agahî jê re nehatiye girtin hat pirsîn.
Di çalakiyê de ewilî endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz bibîrxist ku komar ketiye sala 102'emîn, heta niha gel bi polîtîkayên bêhafiza hiştin û tunekirinê re rûbirû mane. Akdenîz xwest di vê sedsalê de hevrûbûn çêbibe, gora windayan were dîtin û riya aştiyê bi Qada Galatasaray û Koşûyolûyê re derbas dibe. Piştre hevseroka ÎHD'ê ya Giştî Eren Keskîn axivî û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya dîtina windayan bidomînin.
Birayê Mehmet Şirîn Bayram ê ku di dema binçavkirinê de hatibû windakirin Halime Bayram bang li rayedaran kir ku wezîfeya xwe bi cih bînin Helîm Bayram got, "Me her tim bi bîr xist ku dewlet û mekanîzmayên wê yên peywendîdar berpirsyariyên wan ên ji bo derxistina qanûnê bi lez û bez ji bo darizandina sûcdaran pêk bîne."
Endama Lijneya Rêveberiyê ya ÎHD'ê Berfîn Elçîn çîroka windakirina Mehmet Şîrîn Bayram vegot. Piştî daxuyaniyê deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî hat bidawîkirin.
ÊLIH
Li Êlihê çalakiya ÎHD'ê û xizmên windayan ku ket hefteya 709'an li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Gelîşîm ku di 13'ê Mijdara 1994'an de hatibû desteserkirin û ji wê demê ve agahî jê re nehatiye girtin hate pirsîn. Piştî deqeyek çalakiya rûniştinê çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa Colemêrgê ya ÎHD'ê û xizmên windayan di 199'emîn de li Kolana Sanatê kom bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Winda bên dîtin, bila sûcdar bên darizandin" hate vekirin, wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê aqûbeta Abdulrezak Erdogan ê ku di sala 1999'an de li Şemzînanê hatibû windakirin û ji wê demê ve agahî jê re nehatiye girtin hat pirsîn.
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê (İHD) li ber Sumerbanka kevn a Konakê bi daxwaza 'Windayan bibînin û sûcdaran bidarizînin' berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa 'Winda Wijdan in, Xwedî Derkevin' û 'Kiryarên windayan diyar in, kiryar li ku ne?' hatin vekirin. Dayikên Aştiyê û gelek kesên din jî amade bûn. Hevserokê Şaxa Îzmîrê ya ÎHD'ê Zîlan Gumuş aqûbeta Davut Altunkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21), Suleyman Seyhan (57) û Suleyman Seyhan (57) ku di navbera 29'ê Cotmeh û 8'ê Mijdara 1995'an de li Kerboranê hatin binçavkirin hat pirsîn.

