Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê

img
DÊRSIM - Tifaqa Dêrsimê têkildarî pirsgirêkên bajar danezaneke hilbijartinê ya ji 22 xalan pêk tê amade kir. Di danezanê de ji xetereya erdhejê heta rûxandina ekolojiyê û polîtîkayên pişaftinê, gelek mijar hatine destgirtin. 
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin demekî kin ma. “Tifaqa Dêrsimê” danezaneke hilbijartinê ya ji 22 xalan pêk tê amade kir. Tifaqa Dêrsimê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Eniya Ked û Azadiyê (EOC) û Partîzanê pêk tê. Namzetên tifaqê yên hevşaredariyê yên Dêrsimê jî Bîrsen Orhan û Cevdet Konak in. Danezan bi pêşengtiya namzetên hevşaredariyê hate amadekirin û li ser pirsgirêkên bajar disekinin. Di danezanê de gelek mijarên cuda hatine destgirtin. 
 
Di danezanê de hat gotin bêkarî, xizanî û bihabûna jiyanê ya di encama polîtîkayên aboriyê yên îktîdara AKP-MHP’ê de derketin holê bandoreke mezin li ser civakê dike û bi helwesta “zext û înkarê” ya di meseleya kurd de hemû muxalîf weke “terorîst” tên pênasekirin. Di danezanê de 22 sernavên deketin pêş wiha ne: 
 
MIDÛRIYETA AFETÊ
 
“* Bajarê me li ser xeta fayê ye û bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Ji bo avakirina bajarekî saxlem, dê Midûriyeta Afetê ya şaredariyê bi lez û bez bixin nava liv û tevgerê û bajar ji bo erdhejê amade bikin. 
 
MESELEYA KOÇBERIYÊ
 
* Meseleya koçberiyê ya bajarê me ne meseleya îro ya duh e. Bi sala ye bi awayekî sîstematîk û bi rêya polîtîkayên şerê taybet, format guherandiye. Ji bo pêşîlêgirtina vê koçberiyê, em ê bi kesên pispor re rûnin û gavên şênber biavêjin. Dê bi karsazên dêrsimî re hevdîtinan bikin, qadên hilberîn û îstîhdamê ava bikin û sedemên aboriyê yên koçberiyê sivik bikin. 
 
GIDABANK Û GÎYSÎBANK
 
* Em ê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan, Navenda Çandê ya Ciwanan, Navenda Têkoşîna li Dijî Bendîbûnê, Navenda Şêwirmendî û Çalakiyên Civakî (GENÇ-SEM), Gidabank û Giysîbankê ku di dema qeyûman de hatine girtin dîsa vekin. 
 
SEWALÊN LI KOLANAN
 
* Em ê bernameya xwe ya ku mafên hemû zindiyan diparêze bixin meriyetê, sewalên li kolanan ên bajar û gundan li malên nihêrînê rehabîlîte bikin û bikin ku di nava xwezaya xwe de biewle bijîn. 
 
KREŞÊN ZIMANÊ DAYIKÊ
 
* Em ê bi helwesta zimanê me nasnameya me ye, hebûna me ye kreşên zimanê dayikê vekin. Dê bi xebatên xwe polîtîkayên pişaftinê vala derxînin û şaredarvaniya pirzimanî bixin meriyetê. 
 
YEKÎNEYA ASTENGDARAN
 
* Ji bo welatiyên me yên astengdar bikarin hemû mafên xwe bi kar bînin, dê di bin sîwaneya şaredariya me de Yekîneya Astengdaran bê avakirin. Dê piştevaniyê bi nexweş, kal û astengdaran re bikin û li gorî pêwîstiya wan çalakiyên civakî li dar bixin. 
 
* Em ê bibin bersiva pêdiviyên kal û pîrên xwe. 
 
* Dê Yekîneya Tenduristiyê her roj li taxan kontrolên tenduristiyê bikin û xebatên xwe bidomînin. 
 
* Dê şaredariya me baxçeyê botanîk ava bike û tovikên herêmî biparêze û ji bo hilberîneran qadên şitlan ên bêpere biafirînin. 
 
* Ji bo pêşxistina qadên şînkatiyê û tesîsên sporê em ê qadên geştiyariyê pêş bixin. 
 
PROJEYA OTOPARKÊ
 
* Em ê avahiya şaredariyê ya di erdhejê de xesar gihiştibûyê xera bikin, di bin de otoparkê ava bikin û jinûve ava bikin. Dê midûriyeta agirkujiyê nû bikin. Sûka binerd êdî ji pêdiviyên esnaf û gelê me re nabe bersiv û em ê çareseriyê pêş bixin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka otoparkê dê qadekî nû ya otoparkê ava bikin. Ji bo esnafên jin dê qadekî parastî bê avakirin. 
 
MUZEYA HAFIZEYÊ YA DÊRSIMÊ
 
* Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên pîşeyî, civakî û çandî yên ciwanan dê navendeke çandê ya nû bê avakirin û tê de jî Muzeya Hafizeyê ya Dêrsimê hebe. Her wiha dê Mekana Hafizeyê ya Elewî û Mala Bîrê ya Elewî, Mala Bîrê ya Siyasî û Civakî ya Dêrsimê bên avakirin. 
 
CEMXANEYEKE NÛ DÊ BÊ AVAKIRIN
 
* Em ê cemxaneya ku di plana îmarê ya li Taxa Gazikê de cih digirin bi cih bînin. 
 
* Em ê bi derdorên ekolojî û zanistê re rûnin û ji navçeya Pulurê ava vexwarinê bînin bajar. 
 
* Em ê tevî gelê xwe li dijî talankirina xweza, av û xaka xwe têbikoşin. 
 
* Ji bo pêşwazîkirina welatiyên xizan em ê projeya çêkirina avahiyên civakî bixin meriyetê û bajarekî saxlem ava bikin. 
 
* Em ê kêmaniyên di binesaziya bajar de temam biin. Dê tesîsên kanalîzasyonê girêdayî tesîsa Ava Beravêtî ya Biyolojîk bikin. 
 
BUDÇEYA JINAN
 
* Ji bo xebatên jinan ên xweser bên kirin dê ji bo jinan bûdçeyeke cuda veqetînin. Bi atolyeyên jinan dê qadên hilberînê biafirînin. Dê yekîneyên tenduristiyê yên jinan, di veguhestinê de jî Kadinkartê bixin meriyetê. Ji bo jinên xizan dê marketên mor bên avakirin ku bikarin pêdiviyên xwe yên hîjyenê pêşwazî bikin. Dê yekîneya perwerdeyê ya jin, meclisa jinê, pirtûkxaneya jinê û qadên lîstikê yên zarokan bê avakirin, ji bo astengdarên bihîstinê jê sûd bigirin jî xeta tundiyê ya alo bê avakirin. Her wiha dê bazara jinê ya mîhrîcanê bê avakirin û kampên jinan bê çêkirin. 
 
PROJEYA 38 ŞITIL 38 JIN 38 CIWAN 
 
* Dê komxebata pîr û dayikan bê lidarxistin û projeya me ya ji bo bîranîna 1938’an a 38 şitil 38 jin 38 ciwan bikeve meriyetê. 
 
* Em ê mala piştevaniya perwerdeyê ya ji bo ciwanan nûjen bikin û dîsa vekin. 
 
* Ji bo têkoşîna li dijî bendîbûna madeyên hişbirê dê perwerde bên dayîn.
 
* Ji bo bicihanîna tevahiya hedefên xwe jî dê dem bi dem li taxan bi gel re civîn bên lidarxistin, pirsgirêk di cih de bên tespîtkirin û bi meclisên gel û rêveberiyeke xwecihî re şaredartiyeke gelparêz bikin.” 
 
MA / Firat Can Arslan