Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
- polîtîka
- 15:55 09/3
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Sêrtê axivî, diyar kir ku dê gelê Sêrtê di 31'ê Adarê de li hemberî qeyûman bersiva pêwîst bide. Bakirhan ku bang li ereban jî kir, got: “Ew şaredarî dê bibe mala hevpar a ereb, tirk û kurdan. Ez bang li gelê me yê ereb dikim ku dengê xwe bidin DEM Partiyê."