Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
- polîtîka
- 11:15 03/1/2023
Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo stratejiya hilbijartinê û profîlê/a namzetiya Serokkomariyê diyar bike di 5’ê çile de li Stenbolê dicive.
Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo stratejiya hilbijartinê û profîlê/a namzetiya Serokkomariyê diyar bike di 5’ê çile de li Stenbolê dicive.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi qedexekirina hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re peymanên PMME û yên navneteweyî hatine binpêkirin û têkildarî tecrîda li Îmraliyê 17 pirs ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar peyama sersalê weşandin û diyar kirin ku wê tariya heyî bi têkoşîna hevpar a gelan ji holê rabe û gotin: “Sala 2023 ji bo gelên Tirkiyeyê dê bibe sala biharê: Sala me ya nû pîroz be.”
Dadgeha Destûra Bilind, dê di 6’ê çileyê de daxwaza qutkirina alîkariya Xezîneyê ya ji bo HDP’ê ya Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ê doza girtinê li HDP’ê vekir nîqaş bike.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag da ku serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bêbersiv dihêle û wiha got: “Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê.”
Parlamentera HDP’ê Guistan Kiliç Koçyîgît di çalakiya li dijî tecrîdê de axivî û bang li Wezîrê Dadê kir û got: “Rê li ber hevdîtina me ya bi birêz Ocalan re vekin. Fikarên gelê kurd ji holê rakin.”
Rêxistina DBP’a Dîlokê bertek nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn da û wiha got: “Hewl didin bi operasyonên qirkirina siyasî, siyaseta demokratîk ji holê rakin lê em ê bi têkoşîna xwe nehêlin ev xeyalên we pêk bên.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hatibû girtin û Partiya Şoreşger ji bo piştevaniyê çû serdana DBP’ê.
Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê anî ziman ku êrişên li ser partiya wan ji bo hilbijartinê ne û got: "Nîşaneya serkeftinê ku hevserokê me yê giştî Bayindir di dema binçavkirinê de çêkir, nîşaneya têkoşîna hevpar e."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku kurd ji berê ve bi zilm û zora dewletê re rûbirû dimînin û got: “Gelê kurd yek ji wan gelan e ku tevî hemû polîtîkaya tasfiyeyê jî vejîna xwe bi ser xistin e.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye dijminatiya kurdan û bang li Wezîrê Dadê kir ku pêşî li hevdîtina parêzeran veke.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha bang li partiyên muxalîf kir: “Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê û dîzaynkirina pêvajoya hilbijartinê, şandeyekê ava bikjin û ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdanê bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya partiya xwe ya bajarê Manîsayê de axivî û destnîşan kir ku divê sedem û hesabên siyasî yên li pişt Komkujiya Parîsê demildest were eşkerekirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di mitînga Êlihê de axivî û anî ziman ku ev îktidar sînor nas nake û bi her awayî êrişî gelê kurd dike û got: “Îktidar bi girtin, binçavkirin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike.”
Meclisa Bajar a HDK’a Mêrsînê bi tevlibûna gelek kesan rêveberiya xwe ya nû diyar kir.