Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya

  • ciwan
  • 16:02 3 Kanûn 2023
  • |
img
EDENE - Meclisa Ciwanan a HEDEP’a Edeneyê bi ciwanên bajar re hevdîtin kir. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Edeneyê li avahiya partiyê ya navçeya Seyhanê bi ciwanan re civiya. Li gel ciwanan, her wiha endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamenterê HEDEP’ê yê Mêrsînê Alî Bozan jî tev li bû. 
 
Bozan di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên siyasî di roja 7’an de didome. Bozan, diyar kir ku divê her kes bibe dengê girtiyan û tev li çalakiyan bibe. Bozan, wiha domand: “Divê em dengê wan li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê belav bikin.” 
 
Bozan, qala rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de jî kir û da zanîn ku navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê ye. 
 
Hevdîtin, bi gerandina govendê bi dawî bû.