‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’

  • rojane
  • 11:17 19 Cotmeh 2025
  • |
img

WAN - Rêveberên Wan TUHAY-DER’ê diyar kirin ku girtî û malbatên wan li benda gavên şênber in û ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe jî weke gava ewil dikare “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin.

 
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin gav bên avêtin. Di heman demê de dixwazin ku biryara DMME’yê ya “mafê hêviyê” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû were cîbicîkrin. Malbatên girtiyên siyasî jî ji bo cîbicîkirina “mafê hêviyê” û berdana girtiyan çalakiyên cur bi cur li dar dixin. 
 
Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (Wan TUHY-DER), li navend û navçeyan 192, li navenda Colemêrgê û navçeyên wê 181, li Mûşê 60 û bi giştî li 4 bajaran 524 girtiyên siyasî û malbatên wan hene. Rêveberên komeleyê dan zanîn ku ji destpêka pêvajoyê heta niha van malbatan xwe gihandiye wan û dixwazin ku “mafê hêviyê” were cîbicîkirin û girtiyên siyasî bên berdan. 
 
‘EM JI BIRÊZ OCALAN BAWER IN’   
 
Hevseroka Wan TUHAY-DER’ê û xizma girtiyan Rengîn Karaduman, got: “Hêviya me malbatên girtiyan ji pêvajoyê heye. Ji ber ku em ji birêz Abdullah Ocalan bawer in. Lêbelê heta niha jî dewletê tu gav neavêtiye. Girtiyên nexweş tevî rapora 'nikarin di girtîgehê de bimînin’ jî nayên berdan. Yek ji hêviya me ya ji pêvajoyê ew e ku girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyan dişînin girtîgehên pir dûr. Hin malbat nikarin salê carekê jî biçin serdanê. Hûn ewqas rê diçin lê tenê dikarin 40-45 deqeyan bibînin. Carnan ji ber hincetên weke cilûbergên Kurdî nahêlin malbat hevdîtinê bikin. Bi taybet jî li bajarên Tirkiyeyê miameleyeke cuda heye. Carnan em nikarin li van bajaran bi Kurdî jî biaxivin. Ji ber ku êrişên lînçkirinê dibin. Navên me bi Kurdî ne û carnan nikarin bangî hev jî bikin. Me malbatên girtiyan jî ceza dikin. Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin.” 
 
‘PIRSGIRÊKA HIQÛQÊ HEYE’  
 
Ji rêveberan Nedîm Şîpal jî got ku pergala hiqûqê ya welat cotstandartiyê dike û ev tişt anî ziman: "Têkildarî pirsgirêka Kurd pirsgirêka hiqûqê heye. Ev bêhiqûqî yekser bandorê li girtîgehan dike. Mafên tenduristî, ragihandin, çandî û hwd. ên girtiyan tên binpêkirin. Ev pirsgirêkên li girtîgehan jî di nava civakê de rê li ber nerazîbûneke mezin vedike. Rêveberiya girtîgehê, li gorî nasnameyê biryaran dide. Hêj jî poşmanî tê ferzkirin. Malbatên girtiyan xwe gihandin komeleya me û daxwaza wan gavên şênber in.” 
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ NE AZADIYEKÎ ŞEXSÎ YE’ 
 
Şîpal, da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên heyî eleqeya xwe bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên girtiyan dixwazin ku binpêkirinên heyî bi dawî bibin û di asta hiqûqî de sererastkirin bên kirin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin. Weke komele em bang li komîsyonê dikin; divê tavilê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Abdullah Ocalan jî balê dikişîne ser ne azadiyekî şexsî ye. Divê ev maf bê cîbicîkirin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan divê ev maf ji bo hemû girtiyan were cîbicîkirin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê daxuyaniyê didin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire
16:08 Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan dest pê kir
15:48 Li çar bajaran daxwaza edaletê: Heta aqûbeta windayan neyê aşkerakirin aştî pêk nayê
15:46 'Em nêzîkatiya zayendperest qebûl nakin'
15:36 Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin
15:21 'Qetilkirina Tosûn ne tiştekî takekesî ye, encama polîtîkayekê ye'
15:01 Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî
14:44 Kiryarê ku Gulben Dûrûyê qetil kir hat girtin
14:44 Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan
14:38 Konferansa Dayikên Aştiyê: Divê azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan pêk bê
14:28 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin
14:01 Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin
13:23 Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin
12:50 Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin
12:38 Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'
09:25 ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
09:10 Di serlêdanên kar ên wezaretê de pirsa 'nijadê'
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
11:54 Endamên KESK’ê yên ku xwestin biçin pêşiya Meclisê hatin dorpêçkirin
11:53 Ji Weşanxaneya Aramê 7 pirtûkên nû
11:02 Tehliyeya Nurcan Aslanê bi hinceta ‘sûcê xwe qebûl nekiriye’ hat taloqkirin
10:12 'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
10:11 Komîteya ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê da pêkanîn, çima ji bo Tirkiyeyê heman tiştî nake?
09:55 Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
09:54 Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
09:09 Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
09:06 Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
09:05 Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
16/10/2025
18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir