18 sal in pêlavan boyax dike

img

ÇEWLIG- Şukru Aktekîn ku şêniyên bajêr jê re dibêjin "Qiralê Boyaxvanan," 18 sal in karê boyaxkirina pêlavan dike. 

Şukru Aktekîn (61) ku di sala 1972'yan de ji ber rewşa aborî ji gundê Sîwan ê navçeya Dara Hênê ya Çewligê koçî navebda bajêr kiriye, ewilî karê înşeatan kiriye û bi dû re jî dest bi firotina fêkiyan kiriye. Lê gava dîtiye nikare bi vî karî debara xwe bike, vê carê dest bi karê boyaxkirina pêlavan kiriye. Piştî wextekê ji ber karê xwe bi awayekî nişmî kiriye, şêniyên bajêr navê "Qiralê Boyaxvanan" lê kiriye. 
 
DIKAN KIRÊ KIR
 
Piştî namdarîya wî berbelav bû, Aktekîn rabûye li Kuçeya Osmanli ya Taxa Înonuyê dikanek ji xwe re kiriye. Aytekîn, navê ku şêniyên bajêr lê kiriye, "Qiralê Boyaxvanan Şukru Baba" li dikana xwe ya 4 metrekareyî kiriye. Aytekîn, 3 salan li kuçe û kolanan û 15 sal in jî li vê dikanê pêlavan boyax dike. 
 
‘E Ê FIYET BIHA NEKIM'
 
Aktekîn, destnîşan kir ku ji ber ku pêlavan xweşik boyax dike, şêniyên Çewligê tên cem î û got: "Ji roja min dest bi vî karî kiriye heya niha, hin mirov hene tim pêlavên xwe li cem min boyax dikin. Naçin cem tu kesî. Ez pêlavekê bi 3 lîreyan boyax dikim. Lê hin kes hene bi 5-10 lîreyan boyax dikin. Gel feqîr e, divê em alîkariya wan bikin. Ez ê 2 salên din jî fiyetê boyaxê biha nekim. Jixwe yên pereyên wan tune bin jî, ez wan nastînim." 
 
TEQAWID BÛYE, LÊ HÊ JÎ DIXEBITE
 
Aktekîn ku ji ber nexweşînekê ji zarokatiya wî ve nigê wî yê rastê seqet e got: "Nigê min ê rastê seqet e. 7 zarokên min hene. 2 sal in teqawid bûme. Meaşê min ê teqawidbûyînê hezar û 600 lîre ye. Hê jî pêlavan boyax dikim. Bi vî awayî debara xwe dikim. A rast em esnaf di dema pandemiyê de pir tengijîn. Ê min ji ber ku baca dikana min tune ye, ez dikarim debara xwe bikim. Heqê kirêya vê dikana biçûk 350 TL ye." 
 
MA / Cengîz Ozbasar