AMED - Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe ya 1'emîn a asayî li darxist. Beşdaran, di kongreyê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî û statuya Kurdî kirin.
Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kongreya xwe ya asayî ya 1emîn li darxist. Partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, OHD, Baroya Amedê, TUHAY-DER, Endamê komeleya DUKETê ya Zanîngeha Dicleyê, MED-DER, TJA, partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî kongreyê bûn. Kongre bi rêzgirtinê û temaşekirina sînevîzyonê dest pê kir. Piştî sînevîzyonên nûnerên saziya axaftinên xwe kirin.
Piştî axaftinan pêşniyaznameya kongreyê hat diyar kirin, pêşniyazname wiha ye:
Ji bo Lîjneya Rêveberiyê ya Esîl: Murat Bîlgîç, Nesrîn Hîlal, Şanlî Akgonul, Oktay Şamîloglû, Suzan Vejan Tatli, Abduselam Uslu, Meral Zeytûn û Faîke İşik hatin diyar kirin.
Ji bo Lîjneya Rêveberiyê ya Cîgir: Eyup Sûbaşi, Sorgul Aytek Avşar, Arda Efe, Berîvan Matyar, Mehmet Rauf Kocaman, Nesrîn Soydan, Mehmet Ozbey hatin diyarkirin.
Kongre bi pîrozkirina kesên ku hatine diyarkirin bi dawî bû.
