Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!

img
AMED - Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ku li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, bûn xeleka ewil a berxwedana 25 salan berdewam dike. 
 
Hêzên kûrewî yên bi pêşengtiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê gelê kurd dîsa derxist ser dika dîrokê ji bo planên xwe weke astengî dîtin, ji bo bidestxistina çavkaniyên sererd û binerd ên Rojhilata Navîn, weke gava ewil li dijî Abdullah Ocalan plana tunekirinê xist dewrê. Abdullah Ocalan ku bi damezirandina PKK’ê dîsa gelê kurd zindî kir, ji salên 1990’î ve hedef hate girtin ku di nava lêgerînên çareseriya siyasî de bû. Di 6’ê gulana sala 1996’an de dema li Sûriyeyê rastî sûîqesta bombeyî hat û xwestin Abdullah Ocalan tune bikin. Lê dema ev plan têk çûyî jî îcar xwestin tesfiye bikin. 
 
Plana hêzên kûrewî ku DYA’yê serkêşiya wê dikir, bi xistinê dewrê ya Gladio ya NATO’yê re gav bi gav ev plan xist meriyetê. Abdullah Ocalan ku li Sûriyeyê dima, di encama zextên leşkerî û dîplomatîk ên li dijî hikûmeta Şamê re neçar ma ku ji wir derkeve. Li dijî van êrişên kopmloyê, Abdullah Ocalan ji bo domandina lêgerînên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îcar berê xwe da Ewropayê. Dema Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derketî ji ewil çû Yewnanistanê. Bi gihiştina Yewnanistanê re êdî teqîba bênavber a 130 rojan dom kir jî gav bi gav hate birêxistinkirin. 
 
ÇIRÛSKA EWIL: RIZGARÎ BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E 
 
Bersiva ewil a li dijî komploya li dijî Rêberê PKK’ê Ocalan hatiye dayîn, çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” a ku li girtîgehan hatiye destpêkirin e ku gelek kurdan xwe şewitandin. “Xeleka ji agir” a ku li girtîgehan dest pê kir û pêl bi pêl belav bû, piştî bangawaziya Abdullah Ocalan hate sekinandin lê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Îmraliyê bênavber domiyan. Çalakiya ewil jî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji hêla girtiyê siyasî Mehmet Halît Oral ve hate kirin. Oral, li girtîgehê xwe şewitand. Oral bi van gotin “Êrişên li dijî we û gelê me tên kirin, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Hêrs, kîn û tolhildana min mezin e. Lê ez nikarim li zindanê vê li dijî dijmin nîşan bidim. Bi vê çalakiya xwe re dixwazim dilsoziya xwe ya bi we re dîsa nîşan bidim. Dê vê rastiyê baş bibînin ku heke zirarekî herî biçûk jî bigihije we, dê tevahiya gelê me dinyayê bi serê wan de bîne xwarê.” çalakiya xwe pêk anî û bû xeleka ewil a berxwedana li dijî komployê. 
 
Di nameya ji bo malbata xwe de jî Oral ev tişt anî ziman: “Tekane rêya xelasiya we, têkoşîna me ye. Daxwazeke min a din ew e ku hûn min li welatê min veşêrin û rondikan nebarînin. Berevajî vê, divê hûn weke ku biçin dawetê keyfxweş bin. Ji ber ku mirovên zeîf digirîn, em ne mirovên zeîf in.” 
 
LI DIJÎ KOMPLOYÊ BANG LI MIROVAHIYÊ KIRIN 
 
Di rojên ku komploya li dijî Abdullah Ocalan gav bi gav dihat birêxistinkirin de çalakî jî berdewam kirin. Girtî Mehmet Gul ku li Girtîgeha Manîsayê dihat ragirtin, beriya çalakiya xwe got: “Emperyalîzm, hêzên şerê taybet û hemû hêzên paşverû yên li qada Rojhilata Navîn ji we gelek ditirsin... Dixwazin di şexsê we de gelê kurd dîsa qir bikin..” û di 19’ê Cotmeha 1998’an de xwe şewitand. Gul, di nameya xwe de wiha bang li mirovahiyê kir: “Gelo hûn dê kengî wê perdeya li ber çavên xwe rakin û vê wehşetê bibînin? Êdî dema wê hatiye ku hûn ji van êrişên li dijî gelê kurd tên kirin re bibêjin bes e. Destê aştiyê di heman demê de ji bo we jî hatiye dirêjkirin. Mîna qewmê Lut, gelê kurd jî li her devera cîhanê belavela bû. Welatê wan hat parçekirin. Kurd, li ser xaka xwe weke xulam û dîlgirtiyan dijîn. Kurd jî dixwazin mîna we bijîn. Ma mafê jiyanê yê kurdan tune ye? Banga min ji bo we ew e ku hûn li dijî vê wehşeta li Kurdistanê tê kirin bihestiyar tevbigerin.” 
 
‘CÎHANEKE KU EM QEZENC BIKIN HEYE’
 
Girtiyê bi navê Bulent Bayram ku li Girtîgeha Semsûrê dihat ragirtin, digot ku hêrsa wî ya li dijî komployê mezin bûye û di 21’ê Cotmeha 1998’an de bi van gotinan xwe şewitand: “Zêde tiştên ku em winda bikin tune ne lê cîhanek heye ku em ê qezenc bikin. Divê haya hemû mirovahiyê ji vê hebe. Dilsozî û baweriya min, berê min dide vê çalakiyê. Bijî Serok Apo!” Di heman dîrokê de li Girtîgeha Bartinê jî girtî Alî Aydin piştî van gotinan xwe şewitand: “Serokê min! Min gelek dixwest te bibînim. Lê dema dinêrim, dibînim ku hin kesên destûra vê nadin hene. Lewma ez ê van astengiyan ji holê rakim.” 
 
Bayram, di nameya xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd û wiha domand: “Bi çalakiya xwe re ez ê hem bersivê bidim êrişên dijmin hem jî hewl bidim ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd bibim gavek. Heke yekitiya neteweyî avahiyek be, ez jî kevirekî li dîwarê vî avahiyî zêde dikim. Banga min ji bo gelê me ew e ku ew jî di avakirina vî avahiyî de cih bigirin.” 
 
‘RÊYA KU EM JINÊ VEGIHERÎNIN JIYANÊ’
 
Girtiyên bi navên Selamet Menteş û Aynûr Artan ên li Girtîgeha Midyadê dihatin reagirtin jî li dijî komployê xwe şewitandin. Artan û Menteş bal kişandin ser keda Abdullah Ocalan ên ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan û di nameya xwe de bûn ji pêşengên felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ku niha li seranserî cîhanê deng vedide. Artan û Menteş di nameya xwe de tespîta “Rêya ku em jinê veguherînin jiyanê ew e ku em wê veguherînin îradeyê”, jinan hîn bêhtir ber bi azadiyê ve dibe. Bi domdarî ev peyam dan: “Ev yek, navê berxwedana li dijî zilmê, li dijî tunekirinê têkoşîna hebûnê û li dijî xelaskirinê jî navê vejînê ye.” 
 
‘MILYONAN RAKIN SER PÊYAN’
 
Mîrza Sevîmlî ku li Girtîgeha Erziromê dihat ragirtin, di 26’ê Cotmeha 1998’an de çalakiya xweşewitandinê pêk anî. Sevîmlî, di peyama xwe de bal dikişand ser ser girîngiya Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd û wiha digot: “Serokê min, te bi tena serê xwe dest bi vê têkoşînê kir. Di demeke ku dîroka kurdan ber bi nebaşiyê ve diçû te ev gel heta roja me anî. Di roja heyî de gel êdî zane bûye, hemû dinya jî rabe ser pêyan êdî tu hêz nikarin xwe li ber kurdan bigirin. Di demên berê de mirov nedikariya du kurdan bîne cem hev. Lê Serokê min te îro bi milyonan kurd rakirine ser pêyan. Dijmin jî pir ji te ditirse. Dema pisîkek li quncikekî asê dibe çawa êrişî her derê dike, dijmin jî niha di heman rewşê de ye. Ji bo piştevaniya bi hevalên xwe şewitandin re, ez jî bi niyetim xwe bişewitînim. Ez ji bo vê çalakiyê heta dawiyê bibiryar im.” 
 
JI 7 SALÎ HETA 70’Ê SALÎ HER KED LÊ XWEDÎ DERKET 
 
Di rojên ku Abdullah Ocalan gihiştî Romayê de êdî ne tenê girtî, ciwanên kurd, jin heta kal û pîran jî çalakiyên xweşewitandinê li dar dixistin. Girtiyê edlî Erdal Çeken di 13’ê Mijdara 1998’an de li Girtîgeha Mêrdînê, Cemîl Ozalp di 27’ê Mijdara 1998’an de, Hatîce Falay a 55 salî jî di 13’ê Kanûna 1998’an de li Bagcilar a Stenbolê xwe şewitand. 
 
BANGA BIDAWÎKIRINA ÇALAKIYAN
 
Bi belavbûna çalakiyan re Abdullah Ocalan di 19’ê mijdara 1998’an de ev peyam parve kir: “Di rojên dawî de çalakiyên xweşewitandinê didomin. Herî dawî li girtîgehan 8, li Rûsyayê du (yek jê şehîd bû), li Almanyayê yek û îro jî li Romayê hevalekî me yê pir bi qedr û qîmet xwe şewitand. Bi taybet jî gelê me yê ku bi her awayî dilgermiya xwe nîşan dide, bi boneya çalakiya îro li Romayê hatiye kirin ez careke din bang dikim; ez dixwazim ku tavilê divê çalakiyên xweşewitandinê ku dawî li jiyanê tîne bên bidawîkirin. Ez, dilsoziya we ya bi me re û lehengiya we ji dil û can silav dikim. Lê ez careke din dibêjim ku ev fermaneke, divê kesên dilsoziya wan bi me re heye teqez bi tu awayî serî li vê çalakiyê nede. Divê ev çalakî tavilê bê bidawîkirin. Ez ji her alî ve baş im, biryardariya we me bêhtir bi coş dike û em mizgîniya nêzbûna azadiyê didin. Bi hêviya ku ev çalakiyên dawî li jiyanê tînin bi dawî bibin û bi van hestan ji dil û can we silav dikim û hezkirina xwe pêşkeşî we dikim.” 
 
Piştî vê bangawaziya Abdullah Ocalan, Endama Rûmetê ya Yekîneya Propagandaya Çedkarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat ku li Girtîgeha Sakaryayê dihat ragirtin di 17’ê Sibata 1999’an de bi gotina “Ocalan nayê darizandin” çalakiya xweşewitandinê li dar xist. Di serê salên 2000’an de jî ciwan tev li çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bûn. 
 
‘TU KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE’
 
Xwedîderketina li Abdullah Ocalan êdî sînorên Kurdistanê derbas kir. Di 24’ê Adara 2006’an de dayika du zarokan a yewnan Elefteriya Fortulakî li Atînayê xwe şewitand û komplo protesto kir. Fortulakî li pey xwe nameyek hişt û di nameyê de wiha digot: “Ez ji bo we û kesên mîna we ji bo Kurdistanê têdikoşin rêz digirim. Tu Kes Nikara Roja Me Tarî Bike! Azadiya gelê kurd û Serok Apo, azadiya tevahiya gelên cîhanê ye. Bijî biratiya gelan.” 
 
VEGUHERÎN XELEKA JI AGIR
 
Di çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ên li dijî komploya navneteweyî veguherîn xelekeke ji agir de herî kêm 66 kes birîndar bûn û 53 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Navên kesên di dema pêvajoya komployê û piştre di çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de çalakiya xweşewitandinê li dar xistin wiha ne: 
 
*9’ê Cotmeha 1998’an: Mehmet Halît Oral li Girtîgeha Mereşê xwe şewitand. 
 
*19’ê Cotmeha 1998’an: Mehmet Gul li Girtîgeha Manîsayê çalakî li dar xist û di 27’ê Cotmeha 1998’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
*21’ê Cotmeha 1998’an: Bulent Bayram li Girtîgeha Semsûrê û Alî Aydin jî li Girtîgeha Bartinê çalakî li dar xist. 
 
*22’yê Cotmeha 1998’an:  Hasan Îsa Hasan li Qamişloyê çalakî li dar xist û di 25’ê Cotmeha 1998’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
*23’yê Cotmeha 1998’an: Selamet Menteş û Aynur Artan (Rotînda) li Girtîgeha Midyadê çalakî li dar xistin. 
 
*26’ê Cotmeha 1998’an: Mîrze Sevîmlî li Girtîgeha Erziromê çalakî li dar xist. 
 
*1’ê Mijdara 1998’an: Berzan Ozturk (Mûrat) li Girtîgeha Stammheîm a Almanyayê çalaî li dar xist û di 4’ê Çileya 1999’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
*13’ê Mijdara 1998’an: Mehmet Aydin li Girtîgeha Çanakkaleyê çalakî li dar xist. 
 
*14’ê Mijdara 1998’an: Erdal Çeçen li Girtîgeha Midyadê çalakî li dar xist. 
 
*16’ê Mijdara 1998’an: Kadrî Îlhan li Girtîgeha Sêrtê çalakî li dar xist. 
 
*17’ê Mijdara 1998’an: Adnan Karataş, Mardin Cezaevinde, Ahmet Yıldırım ve Remzi Akkuş ise Moskova’da bedenini ateşe verdi.  
 
*18’ê Mijdara 1998’an: Emrullah Damlaci (Seyîd Bayram) li Dêrikê çalakî li dar xist. 
 
*27’ê Mijdara 1998’an: Cemîl Ozalp li Amedê û Mîrza Çubukçu jî Girtîgeha Êlihê çalakî li dar xist û jiyana xwe ji dest da. 
 
*30’ê Mijdara 1998’an: Yavuz Guzel li Girtîgeha Bartinê çalakî li dar xist. 
 
*13’ê Kanûna 1998’an: Hatîce Falay li Bagcilar a Stenbolê çalakî li dar xist. 
 
*21’ê Kanûna 1998’an: Taylan Ozgur Kahraman li Almanyayê çalakî li dar xist. 
 
*16’ê Sibata 1999’an: Kahraman Denlî li ser sûrên Amedê çalakî li dar xist û 10 roj piştre jiyana xwe ji dest da. 
 
*17’ê Sibata 1999’an: Serpîş Polat li Girtîgeha Sakaryayê çalakî li dar xist. 
 
*8’ê Tebaxa 1999’an: Mûrat Yeşîlgoz li Girtîgeha Amasyayê çalakî li dar xist. 
 
*30’ê Mijdara 1999’an: Yavuz Guzel li Girtîgeha Bartinê çalakî li dar xist. 
 
*23’ê Kanûna 1999’an: Hukmiye Seyhan (Rûken Bêrîtan) li Rûsyayê çalakî li dar xist. 
 
*22’yê Hezîrana 2000’an: Mahmut Yener li Amedê çalakî li dar xist û di 8’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. 
 
*9’ê Tîrmeha 2000’an: Nesrîn Teke li Amedê çalakî li dar xist. 
 
*3’yê Tebaxa 2000’an: Esen Aslan li Îzmîrê çalakî li dar xist. 
 
*11’ê Mijdara 2003’yan: Fatoş Saglamgoz (Sema) li bajarê  Goteborg ê Swîsreyê çalakî li dar xist. 
 
*28’ê Adara 2004’an: Erdogan Kahraman (Yekta) li Qamişloyê çalakî li dar xist. 
 
*25’ê Cotmeha 2005’an: Serdar Ari li Îzmîrê çalakî li dar xist. 
 
*30’ê Adara 2006’an: Aynûr Yaşli li Antalyayê çalakî li dar xist. 
 
*1’ê Sibata 2006’an: Leyla Walî Hasan (Viyan Soran) li Heftanînê çalakî li dar xist. 
 
*28’ê Sibata 2006’an: Veysî Kaya li Edeneyê çalakî li dar xist. 
 
*24’ê Adara 2006’an: Elefteriya Fortulakî li paytexta Yewnanistanê Atînayê çalakî li dar xist. 
 
* 15’ê Sibata 2010’an: Ebu Muslum Dogan li Semsûrê çalakî li dar xist. 
 
*15’ê Sibata 2011’an: Mûstafa Malçok li Amedê çalakî li dar xist. 
 
*14’ê Tîrmeha 2011’an: Evrîm Demîr li Kop a Mûşê çalakî li dar xist. 
 
*12’ê Kanûna 2011’an: Firat Îzgîn li Midyad a Mêrdînê çalakî li dar xist. 
 
*4’ê Hezîrana 2012’an: Mehmet Şerîf Sakali li Mudanya ya Bursayê çalakî li dar xist. 
 
*1’ê Tebax 2012’an: Mehmet Yalçin li Qoser a Mêrdînê çalakî li dar xist. 
 
*9’ê Cotmeha 2012’an: Serdal Yektaş li Rihayê çalakî li dar xist. 
 
*11’ê Adara 2012’an: Abdulkadîr Atîlla li Seyhan a Edeneyê çalakî li dar xist. 
 
*22’yê Kanûna 2012’an: Mahsun Ozen li Îzmîrê çalaî li dar xist. 
 
*15’ê Sibata 2016’an: Hadîka Dogru (Hêvîdar Serhed) li Kobanê çalakî li dar xist. 
 
*14’ê Sibata 2018’an: Nazelîn Korkut li Îzmîrê çalakî li dar xist. 
 
*27’ê Îlona 2018’an: Umît Acar li Munih a Almanyayê çalakî li dar xist. 
 
YÊN DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN
 
Di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Dema çalakî didomiya, li gelek girtîgehan girtiyan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Di sala 2019’an de navên kesên li dijî tecrîdê çalakiya xweşewitandinê li dar xistin û jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne: 
 
*17’ê Adara 2019’an: Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê çalakiya xweşewitandinê pêk anî. 
 
*22’yê Adara 2019’an: Ugur Şakar li Krefeld a Almanyayê çalakî li dar xist. 
 
*23’yê Adara 2019’an: Ayten Beçet li Girtîgeha Gebzeyê çalakî li dar xist. 
 
*24’ê Adara 2019’an: Zehra Saglam li Girtîgeha Oltuyê çalakî li dar xist. 
 
*25’ê Adara 2019’an: Medya Çinar  li Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê çalakî li dar xist. 
 
*29’ê Adara 2019’an: Yonca Akici li Girtîgeha Şakranê çalakî li dar xist. 
 
*2’yê Nîsana 2019’an: Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê  çalakî li dar xist. 
 
*5’ê Nîsana 2019’an: Mahsum Pamay li Girtîgeha Xarpêtê çalakî li dar xist. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE ŞEWITANDIN 
 
Di 12’ê Çileya sala 2023’yan de jî li navçeya Artuklu ya Mêrdînê Bubo Taş li dijî rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya xweşewitandinê li dar xist. Ciwanê bi navê Mehmet Akar jî di 16’ê Çileya 2023’yan de li navçeya Sûrê ya Amedê çalakiya xweşewitandinê li dar xist. 
 
MA / Eylem Akdag