Ji Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu: Heke şert bên avakirin dê vekişîn hêsan be

  • rojane
  • 16:39 26 Cotmeh 2025
  • |
img

QENDÎL - Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu ku tev li daxuyaniya li Qendîlê bû, diyar kir ku ew ne “aşiqê çekê ne” û bal kişand ser siyaseta demokratîk. Palu, got: “Heke şert û merc bên avakirin, dê vekişîn jî hinek hêsantir be.” 

 
Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) di çarçoveya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de dest bi vekişîna “Herêmê Parastinê yên Medyayê” kir. Têkildarî vekişînê îro li Qendîlê daxuyanî hat dayin. 8 jê gerîlayên jin bi giştî 25 gerîlayê vekişîn jî tev li daxuyaniyê bûn.  
 
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Xerzanê Devrîm Palu ku pêşengtiya koma gerîla dikir, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên têkildarî biryara vekişînê bersivand. 
 
Palu, da zanîn ku wan li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya vekkişînê dane destpêkirin û naxwazin destûrê bidin provokasyonan. Palu, destnîşan kir ku we naxwazin zirarê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Bi taybet jî li cihên rîska wan heye biryareke wiha hate dayin û vekişîn bi vî awayî bû.” 
 
BAL KIŞAND SER ‘ZEMÎNA DESTÛRA BINGEHÎN’  
 
Di berdewamê de Palu, îşaret bi fikarên gel kir û got: “Fikarên heyî tiştekî xwezayî ye.” Palu, anî ziman ku weke tevger bala wan li ser bitendurist pêşveçûna pêvajoyê ye û got: “Ji bo vê jî weke tevger, me gelek helwest raber kirin. Anku gelek gav hatin avêtin. Bêguman nêzikatiya aliyê din jî girîng e. Di çarçoveya banga Rêbertiya xwe de; di mijara avakirina zemîna yasayî, destûra bingehîn de tiştekî berbiçav tune ye. Hewceye hêzên dewletê gavên jidil biavêjin. Nexwe heke jidil nebin, heke vê pêvajoyê dîsa bi qurbanî hesabên hilbijartinê bikin, ev dê ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê bibe windahiyeke mezin. Yanî ne tenê ji bo Kurdan. Ji bo pêşîlêgirtina nêzikatiyeke wiha jî divê her kes bi berpirsyarî tevbigere û rast nêz bibe.” 
 
AZADIYA ADULLAH OCALAN  
 
Di berdewama axaftina xwe de Palu bal kişand ser têgeha “hiqûqa veguhêz” a di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Me serî li stratejiyeke nû da; stratejiya siyaseta demokratîk. Hiqûqa veguhêz ew e ku şert û mercên niha em tê de dijîn, derbasî zemîneke destûra bingehîn bibe.” Palu, got ku hewceye nêzikatiyên neyînî yên li hemberî wan bên terikandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hiqûqa veguhêz; heke muzakereyeke dualî hebe divê her du alî gavan biavêjin. Ya din, ji bo yek ji mijara diyarker jî rewşa Rêbertiyê ye. Sererastkirina şertên Rêbertiyê ye, azadiya Rêbertiyê ye. Heke di van mijaran de zemîneke yasayî û destûra bingehîn çêbibe, vaye ev e Hiqûqa Veguhêz. Wê demê dê pêvajo derbasî qonaxeke pir cuda bibe.” 
 
Bi domdarî Palu bi bîr xist ku Abdullah Ocalan zêdetirî 40 sal in pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya Kurd e û got: “Ji bo vê ye ku şert û mercên Rêbertiyê yan jî azadiya wî pir girîng e. Ev ne tenê ji hêla tevgerê ve, ji hêla gelê Kurd ve jî wiha ye. Heke niha li her çar parçeyên Kurdistanê li ser hebûn û statuya Kurdan nîqaş were kirin, ev encama têkoşîna Rêbertiyê ye. Lewma jî azadiya Rêbertiyê ji bo me pir girîng e.” 
 
‘EM NE AŞIQÊN ÇEKÊ NE’ 
 
Palu, diyar kir ku ew bi Abdullah Ocalan re dilsoz in û piştgiriyê didin her biryarekî wî. Palu, wiha domand: “Me ev yek bi hinek pratîkên xwe jî nîşan da. Hem daxuyaniya niha hem jî gavên berê hatin avêtin hene. Me bi van gavan nîşan da. Gerîla ne aşiqê çekê ne. Em dixwazin şert û mercên siyaseta demokratîk ava bibin.” 
 
Palu, da zanîn ku têkildarî plansaziya pêvajoya vekişînê niha hêj tiştekî diyar nîne û wiha pê de çû: “Ji ber ku hema hema li hemû eyaletên bakurê Kurdistanê operasyonên cidî yên artêşa Tirk hene. Beşek ji wan di çapemeniyê de tên parvekirin. Lê yên nayên parvekirin jî hene.” 
 
PLANSAZIYA VEKIŞÎNÊ 
 
Palu, anî ziman ku 25 gerîlayên vekişiyayîn di şertên zehmet de vekişiyane û got: “Mesela, ev koma me ya vekişiyayî di şertên pir zehmet de vekişiya. Ji bo ku provokasyonek an jî rewşekî cuda dernekeve. Heke şert û mercan baştir bikin û şertên rehet bên avakirin, belkî wê demê vekişîn bi hêsanîtir çêbibe. Di van şert û mercan de vekişîn demê dixwaze. Ji ber ku ev şert û merc me didin zorê. Ji her herêmê, ji her eyaletê hevalên me hatin. Ji ber operasyon û kêmînan hinek zehmetî hatin kişandin. Astengî derketin. Anku bi temamî qeydên gerîlatiyê, bi baweriya xwe û di vê çarçoveyê de çêbû. Anku nêzikatiyeke wisa rehet nebû.” 
 
BANGA JI BO GEL
 
Palu, destnîşan kir ku tevlibûna gel a pêvajoyê gelek girîng e û ev bang li gel kir: “Ji ber ku tişta tê nîqaşkirin ne muzakereya di navbera PKK’ê û hêzên dewletê de yan jî mesele ne pirsgirêka PKK’ê ye. Em behsa pirsgirêka Kurd dikin. Rastiyeke gel heye. Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê vê xakê ye. Ev 52 sal in em li ber xwe didin. Lê rastiyek heye ku têkoşîneke ji vê pir kevintir heye. Jin û ciwan hêzên herî dînamîk ên vê civakê ne. Heke ev gel bi awayekî çalak tev li vê pêvajoyê nebe, heke biryardariya xwe nîşan nede, wê demê ev xelet e. Tê wê wateyê ku lingekî pir girîng ê pêvajoyê kêm dimîne. Lewma jî divê gel pir xurt xwedî li vê pêvajoyê derkeve.” 
 
Palu, bi lêv kir ku li gel Kurdan, her wiha divê gelên Tirkiyeyê jî piştgiriyê bidin pêvajoyê û axaftina xwe wiha qedand: “Tevahiya gelên Tirkiyeyê, tevahiya hêzên şoreşger û demokrat divê bi awayekî çalak tev li pêvajoyê bibin. Kesên aştîxwaz divê bi çalak tev li bibin.” 
 
MA / Azad Altay

Sernavên din

17:50 Şînên Denîz û Sevgî yên HPG’î bi girseyî hatin ziyaretkirin
17:38 Canpolat: Gava ewil azadiya Abdullah Ocalan e
17:29 'PKK tişta dikeve ser milê xwe dike, gavneavêtina dewletê fikaran çêdike’
17:03 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
16:54 Tahmaz: Ji bo pêvajoyê hewcehî bi yasayên taybet heye
16:49 Kesên tev li konsera Koma Amed bûn: Ji bo azadiya Rêbertiyê ji her tiştî girîngtir e
16:39 Ji Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu: Heke şert bên avakirin dê vekişîn hêsan be
16:03 Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin
15:43 Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê di çapemeniya cîhanê de deng veda
15:05 Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir
14:58 Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
14:47 Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
14:09 Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
14:08 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
14:00 Di merasîma dîrokî de çi qewimî?
13:24 Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê
12:09 Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir