Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne

img
ÊLIH - Pêşangeha ewil a kesayetî ya Rûken Ekîncî ku dema resman çêdike, şûna firçeyan derzî şûna boyaxê xilteya qehweyê bi kar tîne, sibê vedibe.
 
Rûken Ekîncî ya li Êlihê dijî xwe amade dike ku yekemîn pêşangeha xwe ya hunerê ya bi navê "Rengê Hestan" veke. Ekîncî bêyî perwerdeyê xwe pêşvebiriye, ji tevliheviya xilteya qehwê, karbonat û boyaxê biavî dest bi resm çêkirinê kir. Ekîncî di mutbexa xwe de boyaxên alternatîf afirand. 
 
BI BOYAXÊN BIAVÎ DEST PÊ KIR
 
Ekîncî ku di zarokatî de bi coşeke mezin resm çêkirin, ji bo demekê neçar ma navberê bide resm çêkirinê. Ekîncî ku 3 sal berê ji bo xeyalên xwe pêk bîne careke din resm çêkirin, ji ber ku nedikarî malzemeyên resm çêkirinê bistîne, dest bi bikaranîna boyaxên avî yên aîdî zarokên xwe kir. 
 
LI ŞÛNA BOYAX XILTEYA QEHWEYÊ BI KAR TÎNE
 
Ekîncî, diyar kir ku dema biryar da resman çêbike, ji ber malzemeyên wê yên resm û boyaxkirinê  nebûn ji mutbexa xwe xwe sûd girtiye û wiha got: “Min bi malzemeyên weke xilteya qehweyê, oralet, karbonat û xweliya cigarê dest bi çêkirina resman kir. Dîsa ji boyaxên zarokên xwe sûd girt. Min bi vî awayî resm çêkirin û xwe pêşvebir. Pişt re min xwest her tiştî ku dibînim xêz bikim.”
 
LI ŞÛNA FIRÇE DERZÎ BI KAR TÎNE
 
Ekîncî ya li hemberî zehmetiyên madî dest bi hilberîna alternatîfan kir, bi lêv kir ku şûna firçe derziyê bi kar tîne û wiha got: “Dema min cara ewil dest pê kir, ji ber firçeyekî min nebû, min bi derziyê resm çêdikirin. Dema min portre xêz dikirin serê derziyê min bi kar anî. Pişt re ji xwezayê û pelan sûd girt. Min hewl da ku kelupêlên ber bi avêtinê yên weke kêr, çetal û gelek tiştên din bi kar bînim.”
 
TÊKOŞÎNA JINAN XÊZ DIKE
 
Ekîncî ya odeyeke mala xwe kiriye atolye wiha berdewam kir: “Ez demê xwe zêdetir ji resm çêkirinê re vediqetînim. Çêkirina resman min rehet dike. Di xêzkirinên xwe de bêhtir li ser psîkolojî, jiyan û têkoşîna jinê disekinim. Ez dixwazim behsa dîrok û hunera jinê bikim û di vî alî de resman çêbikim. Ji bilî vê, ez resmên xwezayê, ajalan û resmên razber çêdikim.”
 
PÊŞENGEHA EWIL SIBÊ YE
 
32 berhemên Ekîncî ku di nav de resmên nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku 6 sal berê li Amedê hatibû qetilkirin, kedkarên madene, jin û xwezayê jî hene, dê di navbera 5-13’ê Kanûnê de li Pirtûkxaneya Paradigma ya li Taxa Gapê bên pêşandan. 
 
MA / Fethî Balaman