Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

img

STENBOL – Hejmara 12’an a Kovara Jinê derket. Di vê hejmarê de hat destnîşankirin ku jin dikarin di hilbijartina 28’ê Gulanê de bi dengên xwe rê li ber guherînê vekin. 

 
Hejmara 12'an a kovara webê ya Jinê ku her hefteyê roja yekşemê derdikeve, vê hefteyê bi sernavê  “Li dijî pergala dijminê jinan dengê xwe bide ku em li ser sindoqê biguherîn” derket. Di vê hejmarê de gelek mijar di rojevê de ne. Ji rola jinan a di guhertina bi dengên xwe yên li ser sindoqan heta Muzeya Zayenda Civakî, ji nêrîna mûxalefetê ya li ser tevgera kurd heta yekemîn kovara jinên kurd a femînîst Rozayê, gelek mijar di vê hejmarê de cih digirin.
 
Di hejmara nû ya kovarê de Munevver Berk bi nivîsa xwe ya bi sernavê, "Em mafê xwe yê dengdanê dixwazin" de behsa têkoşîna jinan a ji bo mafê dengdanê dike û bang li jinan dike ku di tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya ku dê di 28’ê Gulanê de pêk were de dengê xwe bidin.
 
Li aliyê din Ayşe Berktay di nivîsa xwe ya bi sernavê “Li ser heqîqet û rûbirûbûnê…” de nêrîna hikûmet û muxalefeta heyî ya li hemberî tevgera kurd bi têgeha "rûbirûbûnê" radixe ber çavan.
 
Dîsa di vê hejmarê de Oya Açan jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Dînamîkên Veguherînê", Handan Coşkun jî bi nivîsa xwe ya bi sernvê  "Pêşangeha Jinên ku tov û şitlan diçîni hat vekirin" cih digirin.
 
Hîvran Tîmûr di vê hejmarê de bi nivîsa “Yekemîn kovara jinên kurd a femînîst: Roza” li ser cihê Kovara Rozayê di nava kovarên jinên kurd de nivîsiye.
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
 
Werin em doza mafê xwe yê dengdanê bikin! / Münevver Berk
 
Li ser rastî û rûbirûbûnê… / Ayşe Berktay
 
Dînamîkên Veguherînê / Oya Açan
 
Pêşangehaçandina  tov û şitlan a jinan hat vekirin/Handan Coşkun hat vekirin
 
Yekemîn kovara jinên kurd a femînîst: Roza / Hîvran Tîmûr
 
Hûn dikarin nivîsên hejmara nû ji VIR  bixwînin.