Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunergeha Welat vê carê jî klîba “Li Qamişlo Li Ber Derî” bi temaşevan û guhdarên xwe re parve kir. Klîbek xweşik û balkêş e. Îbrahîm Feqe got ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike. 

Hunergeha Welat bi klîbek nû li pêşberî temaşevan û guhdarên xwe ye. Hunergeha Welat vê carê strana “Li Qamişlo Li Ber Derî” û bi dîmenên xweşik klîbek amade kir û li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal belav kir. Şêro Hindê derhêneriya klîbê kiriye û hosteyê muzîkê Mehmûd Berazî jî melodî ango muzîka stran-klîbê amade kiriye. 
 
Wek klîbên din ên Hunergeha Welat dîsa komek lîstikvan û kesên ked dane klîbê cih digirin. Klîb di 7’ê hezîrînê de li ser tevna civakî hat belavkirin û gelek kes jî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve dikin. 
 
STRAN-KLÎB BEHSA CIVAKÎBÛNA QAMIŞLO DIKE 
 
Amadekarê klîbê Îbrahîm Feqe ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike û hinek bîranînên taybet ku li taxên Qamişlo qewimîne raxistine ber çavan. Feqe da zanîn ku stran bi şêwazek pêkenî, qerf û kêfxweşî hat çêkirin. Feqe anî ziman ku di stranê de behsa Amerîka, Moskova, Parîs û Romayê tê kirin û ew wan welat û bajaran didin ber bajarên kevnare yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ku bi hemû pêkhateyên xwe dîrokî û kevnar in û bal dikişîne ser ferqa civakîbûna li ber mal û hewşên kurdan û welatên din. Feqe destnîşan kir ku ew bi klîbê-stranê dixwazin behsa ruhê jiyana li bajarê Qamişlo û hemû bajarên din bikin. Feqe anî ziman ku wan di klîbê de hest û têkiliyên paqij ên xelkê bajêr derxin pêş. 
 
Gotinên stranê wiha ne:
 
“Wey bihûrî bihûrî bihûrî
Porê wan qîza sorî
Xecê ya herî jorî 
ew ji taxa xanîka oy oy oy oy
Taxê nadi bi emrîka 
Emrîka zipî zuwa 
kes rûnanê li ber derî oy oy oy oy
Ken û eşq bi hêdîka oy oy oy oy
 
Wey buhûrî bihûrî bihûrî
Qamqutê li min kir zorî
Li ba dikir gulya morî
Kinê ji dor aşê bûzê oy oy o oy oy
Malê nade bi parîsê 
Parîsa vikî vala 
Kes rê nade hevala oy oy oy oy oy
Mala kinê wek lîsê oy oy oy oy oy
 
Wey bihûrî bihûrî bihûrî
Di kar û sê hevorî 
Şivana wan pir nazî 
Nazliyê ji mêrga hilko oy oy oy oy
Ew hilko nade bi mosko
Moskoya şilfî tazî 
Kes tuneye li sûka oy oy oy oy oy
Qir û cirra van bûka oy oy oy oy
 
Wey hûrî bihûrî bihûrî
Xaçê gerdenê bimorî
Marî keçka aşûrî
Ew kulîlka bişêriyê oy oy oy oy oy
Bişêriyê nade bi roma 
Romaya polî poşman 
Lê tune malek kildan oy oy oy oy
Ne jî cîranek suriyan oy oy oy oy oy”