Koçer li ser rêya koçberiyê ne

img
SÊRT - Rêwîtiya koçerên Sêrtê ya ber bi zozanên hênik ve didome. 
 
Bi germbûna hewayê re rêwîtiya zor û zehmet ya koçeran jî dest pê kir. Koçerên sêrtî ku ji bo heywanên xwe li mêrgên bi çîmen digerin, dest bi koçkirinê kirin. Rawestgeha ewil a gelek koçerên sêrtî, Herêma Besta ya Şirnexê ye. Koçer ji vir jî wê ber bi Herekolê ve biçin. Koçerên ku li Herêma Bestayê di konan de dimînin, serê sibehê saet di 5'an de radibin. Ewilî penîr û berên din ên çêkirine li keran bar dikin û wan digihînin kirîgeran. Piştî rêwîtiyeke du saetan şîr û penîrê xwe tînin gundê Sariyaprak ê navçeya Berwarî ya Sêrtê û wan teslîmî kirîgeran dikin. Koçer, paşê car din vedigerin ser karê xwe yên rojane. 
 
Ji koçeran Mahmût Kaptan diyar kir ku karê ku ji bo debara xwe dikin gelekî zehmet e. Kaptan anî ziman ku ew di nava rojê de 2 caran sewalan didoşin û got ku piştî karê dotinê diqede vê carê heta saet 10'ê êvarî li çiyê heywanan diçêrînin. Kaptan diyar kir ku bi şev saet di yekê de piştî bêhnvedaneke 2 saetan ajalan careke din dibin çolê. Kaptan bilêv kir ku bi qasî 7 hezar pez hene û rojane 300 kîlo penîr çêdikin û got ku ji bo penîr bighînin kirîgeran zehmetiyê dikişînin. 
 
TIM LI RÊYAN E
 
Kaptan diyar kir ku di havînê de sewal heywan ji bo ku bi nexweşiya zerikênekevin deştên hênik tercîh dikin û gava di payîzê de ku hewa sar dibe koçî cihên germ ên wekî Mêrdîn, Silopiya û Nisêbîn, Midyad û Kerboranê dikin. Kaptan anî ziman ku ev hewldan hemû ji bo ku ji bo şert û mercên jiyanê yên guncantir tên irin û got ku vegera wan jî mehekê dewam dike. 
 
ZOR Û ZEHMETÎ
 
Kaptan anî ziman ku nebûna cihek mayînde ji bo wan zehmet e û wiha got: "Mînak, ger deşt û gundên me hebûna wê koçerî pri xweş bûya. Ger cihên me hebin, hem şert û mercên xebatê hem jî yê aboriyê wê baş bûna. Mesela em diçin Nisêbînê, lê em ji bo cihê mayinê pere ddin. Me îsal bi 80 hezar TL'yî şivanek girt. Gava em zozanekê an jî deştekê kirê dikin, em milyonek pere didin. Li hin cihan civak jî zehmetiyê dide ber me, naxwazin em di wir re derbas bibin. Lewma ger zozanên me hebûna wê rewşa me baştir bûya." 
 
JIYANEKE KOLEKTÎF
 
Kaptan da zanîn ku her kes karekî dike û got ku koçertî "jiyaneke kolektîf" e. Kaptan ku got "rûpel têra behskirina koçertiyê nakin" got ku karê her kesî diyar e û her tiştî bi hev re dikin. 
 
Fatma Kaptanê jî anî ziman ku koçertî karekî zehmet e û got ku wekî jinekê ew pir zehmetiyê dikişîne. Kaptanê da zanîn ku ew şeveqê zû radibe penîr amade dike, pez didoşe û xwarina şivanan çêdike. Kaptanê bilêv kir ku bi taybetş zivistan ji bo wan pir zehmet e û got ku 25 sal in sewalvaniyê dikin. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel