Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan

img
STENBOL - Vekirina pêşangeha “Berxwedana me dest bi dest” ku dê wêneyên jinên girtî xêz kirine tê de cih bigirin, dê sibê were lidarxistin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi mijara “Berxwedana me dest bi dest” pêşengeha wêneyan li dar dixe. Pêşangeha ku dê wêneyên jinên girtî xêzkirine tê de cih bigirin, wê li Weqfa Lêkolînên Çand Huner Estetîk Perwerde û Zanîstê (BEKSAV) bê lidarxistin. Pêşangeh dê heta 30’ê gulanê bidome. 
 
 
Ligel wêneyên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku di Doza Kobanê de 30 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, wêneyên jinên li girtîgehên cuda tên ragirtin xêzkirine jî dê di pêşangehê de cih bigirin.