Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî

ÊLIH – Şanoyên kurdî yên Yenî Sahneyê ku piştî lîstikên wê hatin qedexekirin derket pêş, bilêtên wê nayên peydakirin. Ji damezrînerên Yenî Sahneyê Yakup Selîmoglu got: "Lê belê her ku êriş dikin, eleqeya gel jî zêdetir dibe."

Berhemên atolyeya "Yenî Sahne" ya ku di sala 2018'an de ji aliyê parêzer, xebatkarên tenduristiyê û xebatkarên perwerdehiyê yên li Êlihê ve ji bo hilberîna berhemên çand û hunerî hat avakirin, rastî eleqeyeke zêde tên. Lîstikên ku ji aliyê Yenî Sahneyê ve ku li bajêr, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên dike, ji aliyê şanohezan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Yenî Sahne, piştî lîstikên Cimrî, Serbaz, Forsa Şerko, Jina Qelew û Qral û Travîs ku bi awayekî derqanûnî hatibûn qedexekirin, vê carê bi lîstika komedî ya bi navê Bekoyê Ewan bi hezkiriyên şanoyê re tê cem hev.
 
ELEQEYEKE ZÊDE JI BO ŞANOYA KURDÎ
 
Ji damezrînerên Yenî Sahneyê Yakup Selîmoglu diyar kir ku wan ji bo bi kurdî xebatên çand û hunerê bikin Yenî Sahne ava kirine. Selîmoğlû da zanîn ku piştî hilweşandina Sînemaya Yilmaz Guney ji bo valahiya xebatên hunerî yên li Êlihê tije bikin hatine gel hev û got ku bi her pêvajoya tayînkirina qeyûman re çand û hunera kurdî hatiye asta rawestandinê. Selîmoglû da zanîn ku piraniya berhemên wan bi kurdî ne û wiha got: "Em her meh herî kêm 20 bernameyan çêdikin. Di nav wan de fîlm, konser, şano, rojên îmzeyê, şano û kurtefîlm hene. Piraniya wan bi kurdî tên çêkirin." 
 
BEKOYÊ EWAN
 
Selîmoglû destnîşan kir ku lîstika Bekoyê Ewan rastî eleqeyeke mezin hatiye û wiha got: "Me ne aliyê trajîk yê çîroka Mem û Zînê, lê belê aliyê wê yê komîk nîşan da. Me giraniya Mîr û Tajdîn da aliyekî, me hêlên komîk ên kesên di çîrokê de derxistin holê. Heya niha me 3 caran nîşan daye. Her sê caran jî hêwan tije bû. Bilêtên du mehên pêş jî hatine stendin. Eleqeyeke zêde heye." 
 
'EM Ê BI ZIMANÊ XWE BIAFIRÎNIN'
 
Selîmoglû da zanîn ku lîstikên wan li Stenbol, Îzmîr, Amed, Mêrdîn, Wan û gelek bajarên din bi hezkiriyên şanoyê re tên cem hev û wiha got: "Em li hemû bajarên ku em lê digerin rastî eleqeyeke mezin tên. Lê belê astengî jî derdixin pêşiya me. Ji bo Qral û Travîsê biryara qedexekirinê dan. Salon nedan. Astengiyan derdixin. Ji eleqeya zêde ya gel ditirsin. Lê her ku êriş dikin eleqeya gel zêdetir dibe. Em jî bi afirandinê bersiva van astengiyan didin. Em ê her tim bi kurdî biafirînin."
 
MA / Fethi Balaban