STENBOL - Weqfa Aştiyê têkildarî peyama Abdullah Ocalan got; “Ji bo Tirkiye ji prangaya xwe ya siyasî, civakî û îktîsadî ya ku ev sedsal in bi piyên wê ve hatiye girêdan rizgar bibe, hêviyeke çêbû.”
Weqfa Aştiyê têkildarî nîqaş û geşedanên di çarçoveya pirsgirêka Kurd de tên meşandin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku geşedanên hêviya wan a aştiyê mezin dikin diqewimin û silava Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dabû parlamenterên DEM Partiyê bi bîr xist. Bi domdarî, hat gotin ku daxuyaniyên Bahçelî û îktîdarê bûn îşaretên destpêkirina pêvajoyeke nû.
HEVDÎTINA ÎMRALIYÊ
Bi domdarî hat destnîşankirin ku 8 xalên piştî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatin eşkerekirin, bû ragihandina serdema pêvajoya nû. Daxuyanî wiha dom kir: “Ji bo Tirkiye ji prangaya xwe ya siyasî, civakî û îktîsadî ya ku ev sedsal in bi piyên wê ve hatiye girêdan rizgar bibe, hêviyeke çêbû. Em di ferqê de ne ku pêşketina pêvajoyên wiha ya li Tirkiyeyê zehmet in. Lê belê li welêt û herêmê rojev zû diguherin.” Geşedanên li Sûriyeyê hatin bibîrxistin.
'DIKARE ZEMÎNA GEŞEDANÊN ERÊNÎ ÇÊBIKE’
Di daxuyaniyê de banga aştiyê hate kirin û hat gotin ku pêvajo ne mîna pêvajoya 2013-2015’an lê pêvajoya bidawîkirina pevçûnên li Sûriyeyê ye. Daxuyanî, wiha domiya: “Lê belê ev pêvajo dikare zemîna geşedanên erênî çêbike. Dikare rê li ber aştiya Tirkiyeyê veke. Divê em her firsenda erênî ya têkildarî aştiyê baş binirxînin û li dijî rewşên neyînî li ber xwe bidin.”
'BILA SALA 2025’AN BIBE SALA AŞTIYÊ’
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê em nehêlin tu fikar û rewşên neyînî pêşiya hêviya aştiyê bigirin, hemû geşedanan bi aqilekî selîm binirxînin, vê firsenda mezin a aramiyê baş binirxînin. Rêya aştiyê rêyeke zehmet e. Lê em di wê baweriyê de ne ku heke pêşiya lêgerîna aştiyê were vekirin, dê her kesên jiyanê diparêzin, kesên xwedî wijdan dê ji bo parastin û xurtkirina wê hewl bidin. Em dikarin bi piştevaniya parlamento, partiyan, rêxistinên civaka sivîl, akademî û her kesên aştîxwaz vê pêk bînin. Sala 2025’an bila li herêmê û welatê me bibe sala mezinkirina zemîna muzakere û diyalogan û aştiyê. Sala 2025’an bila bibe sala aştiyê.”