Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
- çand û huner
- 11:13 20/2
Piştî ku klîba strana bi navê “Welat” a Elî Kerîmî li bakurê Xorasanê belav bû, 4 kesên di çêkirina klîbê de keda wan hene, hatin binçvakirin.
Piştî ku klîba strana bi navê “Welat” a Elî Kerîmî li bakurê Xorasanê belav bû, 4 kesên di çêkirina klîbê de keda wan hene, hatin binçvakirin.
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle destnîşan kir ku zimanê zikmakî nasnameya hebûniyê ye û got ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê divê têkoşîna heyî bê bilindkirin.
Berdevka Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nivîskar Nerîman Evdike bi lêv kir ku beriya şoreşê zimanê kurdî li Sûriyeyê qedexe bûye û ji ber wê jî nivîskarên kurd bi dizî berhemên wêjeyî derdixistin û wiha got: "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû jî. Êdî kurd bi awayekî azad dinivisînin û ji aliyê wêjeyê ve pêşveçûnên mezin pêk tên."
Zimanzan, nivîskar û wergêrvan ên beşdarî semînera ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hat organîzekirin bûn bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û xwestin xwedî lê were derketin.
Yek ji lîstikvanê listika “Qral û Travîs” a hatiye qedexekirin Denîz Ozer wiha axivî; “Heke eywan tune bin, em ê li kolanan listika xwe bilîzin”. Erdal Kaya jî wiha axivî: “Qedexe dê nikarin me asteng bikin”.
Hevseroka Komeleya Lêkolînê Kurd Remziye Alparslan diyar kir ku ziman ji bo civakê dîrok, bîr û çandê temsîl dike û anî ziman ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin.
Nivîskar Dr. Dîlawer Zeraq ê di gotûbêja ANKA-DER’ê lidarxist de axivî, bi lêv kir ku divê ziman ji bilî navgîneke ragihandinê veguhere teşeyeke ramanê û got: “Heta ku ziman veneguhere teşeyeke jiyanê, veneguhere parçeyek ji me nikare bi me re entegre bibe.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi lîstika "Mirin di xewê de bû" balkişand ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî dane destpêkirin.
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 19’ê sibatê de meşê li dar bixin.
DEM Partiyê strana xwe ya nû ya ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya da nasandin.
DEM Partiyê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî de staneke nû ya hilbijartinê ya jinan amade kir.
Koma Çand Ma'yê ku armanca wê ew e ku zarokên li Sûrê di warê hunerê d eperwerde bibin, wiha bang kir: "Werin em bi hev re Çand Ma'yê ava bikin."
Di panela ku di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji aliyê Komeleya Lêkolînên Kurdî û NÇM'ê ve hat organîzekirin, mafê zimanê dayikê û girîngiya wî hat gengeşekirin.
Dr. Nevruz Ugur got ku zarokên bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê nabînin li dibistanan dikevin rewşeke dezavantajî û wiha got: “Ji sedî 70’ê xwendekarên dev ji dibistanê ber didin, bi zimanekê wan ê dayikê cuda ye.”
Şanoya bi kurdî "Qral û Travîs" berî bê lîstin bi saetekê ji aliyê Qeymeqamtiya Şîşliyê ve hat qedexekirin.