Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye

  • cîhan
  • 09:58 23 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên Amerîkayê, ragihandin ku di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergaleke alternatîf a hewaleya pereyan heye û du sal in bi awayekî rêkûpêk bi vê pergalê pere ji DAIŞ'ê re tê şandin. 
 
Amerîkayê, li dijî serkêşên DAIŞ'a Horasanê ya Afganistanê biryara danekirinê da. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Îsmatûllah Khalozaî ku weke "qaseya rêxistinê" pênase kir, bi tevgera pere ya li Tirkiyeyê sûcdar kir.  Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve hat dayîn de derbarê Îsmatûllah Khalozaî de ev agahî tê dayîn: "Îsmatûllah Khalozaî ji bo DAIŞ-H navbeynkariya fînansî ya navneteweyî kiriye û ji bo payebilind in DAIŞ'ê peywiran bi cih aniye."
 
PERGALA HEWALEYÊ YA TIRKIYEYÊ
 
Li gorî saziyên Amerîkayê, Îsmatûllah Khalozaî bi pergala alternatîf a hewaleyê ku li Tirkiyeyê ava kiriye du sal in ji DAIŞ-H'ê re pere şandiye. 
 
Li gorî nûçeya Artı Gerçekê ku spartiya Euronewsê, Îsmatûllah Khalozaî beriya niha bi heman armancî di ser Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb re ji DAIŞ'ê re pere şandiye û her wiha ji Afganistan û derdora wê ji DAIŞ-H'ê re "şerker" peyda kiriye û qaçaxiya mirovan tê sûcdarkirin. 
 
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bi Îsmatûllah Khalozaî endamên DAIŞ-H'ê Sanaûllah Ghafarî, Sûltan Azîz Azam û Maûlawî Rajab jî tevlî lîsteya "terorîstên kurewî yên taybet hatine diyarkirin" kir