ENQERE- Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku zêdetirî 2 mehan e di beşa lênihêrîna awarte de ye, bi antîbiyotîkên nû didome.
Rojnameger Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî du caran xwîn çû ser mejiyê Aykol. Aykol, zêdetirî du mehan e di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin.
Bijîşkan ragihand ku di belxema Aykol de bakteriyeke nû çêbûye û ji ber vê bi antîbiyotîkên nû dest bi dermankirina wî kirine.
