Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke çekdar li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser Girtîgeha Juarez de girtin. Di encama pevçûnê de 10 jê gartiyan herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Li Navenda Jinûve Yekkirina Civakî ya Dewletê ya bi Hejmar 3 ya girêdayî Girtîgeha Juarez a Eyaleta Chihuahua ya Meksîkayê dîsa rageşî derket. Li gorî nûçeya Euronewsê; dozgeriya eyaleta Chihuahua’yê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got ku kesên çekdar bi wesayîtên zirxî êrişî gardiyanan kirine. Di encama êrişê de 10 jê gardiyan bi giştî herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 13 kes birîndar bûn û 24 girtî jî reviyan. 
 
Dozgeriya Chihuahua’yê da zanîn ku girtîgeh dîsa kontrol kirine û têkildarî bûyerê 5 kes hatine binçavkirin.