ŞIRNEX/ERZIROM - Tayînkirina qeyûman li Şirnex û Erziromê hate protestokirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen got ku tayînkirina qeyûman, tirsa ji îradeya gel e.
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Dêrsim û Pulurê protesto kirin. Daxuyanî li pêşiya DEM Partiyê hate dayin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Uysal Aslan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevaşedarên Silopiya, Cizîr, Gundikê Melê û Deşta Darê û gelek welatî tev li bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm biaxive, tu ji ku yî?” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Îktîdara AKP’ê bi tayînkirina qeyûm a cara sêyemîn re dixwaze jinûve teşe bide civakê. Çawa ku rêbazên ewlehîperestiyê yên sed sal in tên ceribandin vala derketibin dê ev polîtîkaya qeyûman jî vala derkeve.”
Bi domdarî Gungen da zanîn ku AKP dixwaze li cihên nekarî di hilbijartinê de tevî veguhestina leşker û polîsan jî bi dest bixe, bi rêya qeyûman xesp bike. Gungen, wiha pê de çû: “Li rexekî qala aştiyê dike li rexa din jî qeyûman tayîn dike. Îktîdara AKP’ê herî dawî jî qeyûm tayînî Dêrsim û Pulurê kir. Bi vê yekê re zîhniyeta xwe ya derbekar careke din piştrast kir. Tayînkirina qeyûman ne tenê xespkirina şaredariyan e, her wiha êrişeke li dijî dîrok, çand û nirxên gelê me ne.”
'JI ÎRADEYA GEL DITIRSIN’
Gungen, got; “qeyûm derbe ye, dizî ye” û wiha axivî: “Polîtîkaya qeyûm û îdiaya aştiya civakî hev nagirin. Girtina ji peywirê ya hilbijêrên gel, xespkirina siyaseta demokratîk e. Tayînkirina qeyûm a li Dêrsimê, nîşaneya tirsa wan a ji îradeya gel e. Ne Dêrsim ne jî bajarên me yên din bi rêya qeyûm nayên birêvebirin.”
Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî wiha got: “Colemêrg, berxwedan e. Êlih, cihê serhildanê ye. Mêrdîn nûnertiya baweriyan e. Xelfetî, ruhê lêgerîna azadiyê ye. Esenyurt, nûnerê daxwaza pêkvejiyanê ya gelan e. Dêrsim, ruhê berxwedanê yê gelê kurd e ku serî natewîne.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana Dêrsimê", "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.
ERZIROM
Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê jî têkildarî tayînkirina qeyûman li pêşiya rêxistina Qereçobanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin xespê” hate hilgirtin. Gelek partiyî tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê rêxistina bajar ê DEM Partiyê Yavuz Karabudak axivî û wiha got: “Gelê kurd polîtîkayên qeyûm red dike. Gelê me di hilbijartinan de DEM Partî weke îradeya xwe nîşan da. Îktîdara AKP-MHP’ê cihên nekarî di hilbijartinê de bi dest bixe, niha hewl dide bi derbeya qeyûm bi dest bixe. Ev sepan, êrişeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd e. Dorpêçkirina rêveberiyên herêmî, îlana bidawîkirina rewatiya demokratîk e.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Dêrsimê" bi dawî bû.