Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir

  • cîhan
  • 23:16 22 Gulan 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÜÇEYAN - Di çalakiyê li Berlîna paytexta Almanyayê hat lidarxistin, êrişa DAIŞ’ê ya li dijî êzdiyan û jinan hat bibîrxistin û bang li Neteweyên Yekbûyî hat kiririn ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
 
Hewlanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya dewleta Iraqê, li Breîtscheîdplatz a li Berlîna paytexta Almanyayê hat protestokirin. Çalakiya protestoyî ku bi pêşengtiya Meclisa Jinan Dest-Dan’ê hat lidarxistin, saet di 18.00’an de dest pê kir.
 
Di daxuyaniyê de ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat dayîn, banga “Hikûmeta AKP’ê ya faşîst û hêzên hegemonîk ên li herêmê, dawiyê li tecrîda li ser Mexmûrê bînin” kir.
 
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Êrîşên li ser xelkê Mexmûrê ku salên 1990’î ji ber polîtîkaya dewleta Tirk a valakirina gundan, êşkence û zexta li ser Kurdan, xalîkirina herêmê ji mirovan bû sirgûn, nabe ku mirov qebûl bike. Lewma, me bang li hikûmeta Iraqê ew e ku li dijî van êrîşan berpirsyariya dikeve ser mil bila demildest bi cih bîne û bila dewleta Tirk dawiyê li polîtîkaya xwe ya pêkanîna danekirinan û dorpêçkirina wargehê û polîtîkaya tecrîdê bîne.
 
Kurdan, li kû jî bijîn bi salan e ku ser li ber siyaset desthilatê xwar nekiriye, têkoşîna xwe geş kiriye û ev hesabên wê yên qirêjî xera kirine. Îro dayikên Kurd, dîroka desthilat dixwazin binivîsin guhartiye, daye zanîn ku wê rê nedin şer li Kurdistanê û terka welatê xwe nekin.”
 
Piştî xwendina daxuyaniyê, Berdevka Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî Nûre Alkiş axivî. Nûre Alkiş got: “Xelkê Mexmûrê li ber xwe dide, em jî ji Berlînê silav li xelkê xwe yê Mexmûrê dikin. Mexmûr, di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Em jinên Kurd cardin bang dikin; bi berpirsyariya xwe rabibin. Sala 2013’an PDK’ê, xelkê Şengalê ji hişmendiya hovane ya DAÎŞ’ê re hişt. Hêj jî jinên Êzidî li bazaran tên firotin. Niha feraseta wan a berpêyî Wargeha Mexmûrê jî heman e. Lê bila vê xeyalê ji xwe re çênekin. Xelkê me 30 sal in li Mexmûrê xwe bi xwe bi rê ve dibe. Kes nikarê dorê li Wargeha Mexmûrê bigire.”
 
Gava çalakiyê bêyî sekin dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e", "Jin, jiyan, azadî" û "Bêyî Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.