Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin

  • cîhan
  • 14:10 29 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana Îsraîlê ya li ser noxteyên Hizbullahê de 5 kes birîndar bûn.
  
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku noxteyên hêzên parastina hewayî yên Sûriyeyê ku hêzên Hîzbûllahê lê ne, hedef hatine girtin. Li gorî SOHR’ê di êrişê de 5 kes birîndar bûne. 
 
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî diyar kir ku derdora Şamê hedef hatiye girtin, pergala wan a hewayî çalak bûye û gelek fuze astengkirine.