NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye

  • cîhan
  • 12:06 31 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - NY’yê ragihand ku ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariya mirovî ye. 

 
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku ji sedî 70’ê civaka Sûriyeyê berhewceyî alîkariya mirovî ye. Nûnerê Taybet ê Sekteterê Giştî yê Sûriyeyê yê NY’yê Geir Pedersen diyar kir ku ji bo alîkariya derveyî sînoran a bi Sûriyeyê re bidome, hewceye ku dema mekanîzmaya alîkariya derveyî sînor a NY’ê were dirêjkirin. 
 
Pedersen, di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya NY’yê (KENY) de ku rewşa însanî ya Sûriyeyê dihat nirxandin, welatên endam ji rewşê agahdar kir. 
 
Pedersen, got ku di hevdîtinên dawî de yek ji mijara herî zêde li ser disekinin jî penaberên Sûriyeyê û vegera kesên ji warên xwe hatine kirin e. Pedersen, axaftina xwe wiha domand: “Em piştgiriyê didin rêgeza ku penaber bi awayekî ewle, birûmet û bi dilxwazî vegerin welatên xwe.”
 
'DIXWAZIN VEGERIN WELATÊN XWE’
 
Bi domdarî Pedersen destnîşan kir ku Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’yê (UNCHR) hefteyek berê bi penaberên Urdun, Lubnan, Iraq û Misrê re anketek amade kiriye û ev agahî parve kirin: “Hêviya gelemperiya penaberên Sûriyeyê ew e ku rojekê vegerin welatê xwe. Beşeke wan a mezin jî dixwazin di nava 5 salên pêş de li welatên xwe vegerin. Du hêmayên bingehîn hene ku nahêlin penaber vegerin welatên xwe. Yek ji wan kêmasiya dahatê û ya din jî pirsgirêka ewlehiyê ye. Girîng e ku rewşa pêbaweriyê dîsa were avakirin.”