NAVENDA NÛÇEYAN - Li Almanyayê, xweseriya şaredariyan û beşdariya gel di bin temînata destûra bingehîn de ye. Bi rêgeza rêveberiya xurt a nenavendî û sîstema serokatiyê re, hêza rastîn di destê şaredariyan de ye.
Almanya ji 16 eyaletên federal pêk tê. Mekanîzmaya qanûndanînê du meclis in. Meclisa Federal ji aliyê gel ve tê hilbijartin, Meclisa Eyaletan jî ji nûnerên ku ji aliyê hikumetên eyaletan ve hatine şandin pêk tê. Her eyaletek xwedî parlemento, rêveberî û destûra bingehîn a xwe ye. Desthilat di navbera asta federal û eyaletan de hatiye parvekirin.
Eyalet, di warên wekî perwerdehî û çand, medya û weşangerî, polîs û rêvebirina cemaweriyê, parastina ji karesatan, agirkujî, rêveberiya herêmî, tenduristî û xizmetên civakî, daîreyên ciwanan, parastina hawirdor û xwezayê de, xwedî desthilata tam in di qanûndanîn, rêvebirin û bicîhanînê de. Lêbelê, di warên wekî polîtîkaya derve, berevanî, polîtîkaya pere, gumrik û kontrolên sînoran û enerjiya nukleerî de, desthilat girêdayî hikumeta federal e.
HÊZ DI DESTÊ ŞAREDARIYAN DE YE
Li welêt, diruşma "Kommunen haben die Macht", (hêz di destê şaredariyan de ye) derbasdar e. Xweseriya şaredariyan bi Destûra Bingehîn a sala 1949'an ve hate misogerkirin. Bi Destûra Bingehîn, rêgeza rêveberiya nenavendî hate qebûlkirin. Rêveberiyên xwecihî hem karên xweser (perwerdehî, çand, binesazî...) hem jî karên ku ji aliyê eyaletan ve hatine veguheztin pêk tînin. Şaredarî li ser "modela erka dualî" hatine damezrandin. Ev pergal li Ewropayê wekî yek ji modelên xweseriya xwecihî ya herî xurt tê qebûlkirin.
Pergala her eyaletekê cûda ye. Lêbelê, hin rêgezên bingehîn hene ku ji bo hemî şaredariyan derbasdar in:
Temînata xweseriya herêmî: Şaredarî di hemî mijarên herêma xwe de –heke bi qanûnê ji bo dezgehek din nehatibe dayîn– xwedî desthilat û berpirsiyarî ne.
Parastina Destura Bingehîn: Xweseriya rêveberiya xwecihî ji aliyê destûra bingehîn a federal ve tê parastin, dewlet nikare bi hêsanî erkên şaredariyan betal bike an jî hemû desthilata wan ji dest wan werbigire.
Erka Dualî: Şaredarî hem karên xwe yên xweser pêk tînin hem jî karên ku ji aliyê dewletê ve hatine dayîn dikin.
ERKÊN RÊVEBERIYA HERÊMÎ
Şaredarî li welêt tebeqeya herî jêrîn û herî girîng pêk tînin. Şaredariyên gund, bajarok û bajaran di vê tebeqeyê de cih digirin. Cihên ku nifûsa wan di bin 8 hezar-12 hezarî de ne, bi şaredariyekê ve girêdayî ne. Bajarên mezin dikarin bibin bajarên derveyî navçeyê, dikarin hem karên şaredariyê hem jî yên navçeyê bigirin ser xwe.
XWESERIYA DARAYÎ Û FÎNANSEKIRINA WÊ
Şaredarî xwedî desthilata bacgirtinê ne. Şaredarî xwedî dahatên xwe yên wekî bacên karsaziyê û milkê, para ji dahata û KDV (Bacê Nirxê Zêdekirî), xerc û pereyan in. Herwiha, veguhestinên ji eyaletê tên û pereyên ji hikumeta federal tên jî di nav van dahatan de ne. Şaredarî dikarin li gorî pêwîstiyên xwe deyn jî bistînin.
DESTHILATÊN ŞAREDARIYAN
Rêgeza rêveberiya nenavendî, xweseriyek xurt û desthilatek berfireh dide şaredariyan. Hin desthilat û erkên girîng ên şaredariyan ev in:
Erkên Mecbûrî: Dewlet, bicîhanîna erkan kontrol dike. Çêkirin û parastina rê, kolan, peyarê û dabînkirina berşo (kanalîzasyon) û ava paqij di nav van erkên de ne. Komkirin û avêtina bermahiyan jî di nav erkên de ye. Herwiha, saziya agirkujiyê, avahî û parastina dibistanên seretayî û baxçeyên zarokan (mûçeyên mamosteyan aîdî eyaletê ye), rêveberiya goristanan, muduriyeta nifûsê, karên pasaport û nasnameyan, veguhastina komî û ofîsên alîkariya civakî jî di nav erkên şaredariyan de ne.
Erkên Dilxwazî: Ev erk bi temamî girêdayî daxwaza şaredariyê ne; çand (şano, salona konsertê, muzexane, pirtûkxane), tesîsên werzîşê (hewz, cihê werzîşê, stadyûm), navendên ciwanan û kal û pîran, navendên perwerdehiya gel, parkên bajaran, qadên hêşinahiyê, şîrketa enerjiya xwecihî ya ceyranê (xaza wezayî, germkirin), avakirina xaniyan (xanîyên komelî), teşwîqên tûrîzmê û danasîna bajaran.
Erkên ji aliyê dewletê ve hatine dayîn: Dayîna ruxseta avahiyê, çavdêriyên parastina hawirdorê û rêvebirina hilbijartinan. Şaredarî erkan pêk tîne, bi gelemperî lêçûnên wê eyalet dide.
Desthilata Plansaziyê: Amadekirina plana îmarê û plana bikaranîna erd; şaredarî diyar dike ku bajar dê çawa pêş bikeve. Rêjeyên bacên xwecihî şaredarî diyar dike.
BEŞDARIYA GEL
Li Almanya, mekanîzmayên beşdariya gel ên rasterast an jî nerasterast hene û ew di bin temînata destura bingehîn de ne. Meclisa şaredariyê jî nikare biryarek ku bi referandûmê hatiye girtin biguherîne.
* Bi hilbijartinên rasterast, gel hem meclisa şaredariyê hem jî serokê şaredariyê ji bo 5 salan hildibijêre. Di modela Almanyayê de şaredar pir xurt e.
* Yek ji mekanîzmayên girîng ên biryargirtinê ya gel referandûm e. Gel dikare bi îmzeyek têr referandûmê li ser mijarek taybet daxwaz bike. Ev li Almanya sepanek berbelav e.
* Gel dikare daxwaz bike ku mijarek taybet di rojeva meclisê de cih bigire (rêjeya îmzeyê kêmtir e). Ev rewş di asta şêwirmendiyê de ye, lê meclis mecbûr e nîqaş bike.
* Şaredar mecbûr e di demên diyarkirî de civînên gel li dar bixe û guh bide pirsgirêk û pêşniyarên welatiyan.
* Di projeyên mezin de (wekî xeta tramvayê ya nû, avahiyên mezin) civînên gel ên mecbûrî têne kirin.
KONSEYÊN TAXAN
Konseyên taxan jî yek ji mekanîzmayên girîng in ji bo beşdariya gel. Konsey ne xwedî desthilata biryargirtinê ne, tenê xwedî mafê şêwirmendî û pêşniyarê ne. Armanc ew e ku pirsgirêkên taxê werin tespîtkirin û projeyên çareseriyê pêşniyar bikin. Di mijarên têkildarî taxê de, wekî parkên xwecihî, qadên lîstikê, çareseriyên trafîkê, çalakiyên çandî, navendên ciwanan de pêşniyaran pêşkêşî şaredariyê dikin. Meclîsa şaredariyê ne mecbûr e ku van pêşniyaran binirxîne, lê ji ber giraniya wan a siyasî bi gelemperî li wan guhdar dike. Budceyên wan sînordar in.
MODELA MÎNAK: NSM
Li Almanya, modela şaredariyê ya herî mînak û bibandor wekî Neues Steuerungs Model (NSM) tê zanîn ku ji salên 1990'î ve belav bûye. Ev model, şefafî, welatîbûnê û berhemdariya şaredariyan xurt dike. NSM bi zextên budceyê û reformên piştî yekbûnê (mînak, piştî Yekbûna Alman) derket holê. NSM, avahiya kevneşopî ya burokratîk a şaredariyan nûjen dike û van hêmanan esas digire:
Rêveberiya li gorî performansê: Bi rêya armanc, pîvandin û nirxandinên encaman kalîteya xizmetê baştir dike. Mînak, şaredarî dema ku xizmetan dewrî çavkaniyên derve (taybetkirin an civaka sivîl) dikin, kontrolê ew dike.
Xweseriya darayî û wekhevî: Bacên herêmî û veguhestinên federal/eyaletê têne hevseng kirin. Mekanîzmayên wekheviya darayî yên wekî "modela kotayê", herêmên xizan xurt dikin.
Beşdariya Welatiyan: Hilbijartinên şaredaran ên rasterast û rêveberiya li ser bingeha torê, demokrasiya xwecihî xurt dikin.
Hevsengiya navendî û xwecihî: Di pergala federal de, eyalet rêzikên xwecihî diyar dikin, lê xala 28'an a Destûra Bingehîn xweseriyê diparêze. Ev yek, tevî zextên navendperestiyê, înîsiyatîfa xwecihî teşwîq dike.
Sibe: Modela Belçîka
MA / Dîren Yurtsever
