Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket

  • cîhan
  • 11:51 21 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Rûsyayê ku 6 kes tê de bûn li Efxanistanê ket. 
 
Midûryeta Giştî ya Hewavaniya Sivîl a Hindistanê (DGCA) li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku li bakurrojhilatê bajarê Badahşanê ya Efxanistanê balafirek ketiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafir a Hindistanê nîne. 
 
Îdareya Hewavaniyê ya Rûs jî ragihand ku balafireke li ser navê qeydkirî û 6 rêwiyên wê hebûn dema li ser Efxanistanê difiriya winda bûye.