Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin

  • cîhan
  • 13:15 13 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Avûstralyayê li dijî navendeke danûstandinê bi kêran êriş hate kirin û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê li navendeke danûstandinê bi kêran êriş hate kirin. Li gorî daxuyaniya polîsên Avustralyayê; di êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û êrişkar jî hate kuştin. Polîsan diyar kirin ku hêj sedema êrişê tespît nekirine û her îxtîmalê dinirxînin. 
 
Li gorî saeta Avûstralyayê êriş saet derdora 16.00’an hate kirin û bi sedan kes ji navenda danûstandinê hatin tehliyekirin. Televîzyona dewletê ABC’ê ragihandibû ku hin kes li avahiyê asê mane. Xaçerêya Westfield Bondi ya li nêzî navendê bi temamî hatibû girtin û polîsan operasyoneke berfireh li dar xistibûn.