Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
- cîhan
- 09:01 04/7/2023
Nivîskarê kurd Ezîzê Cewo diyar kir ku hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû û wiha got: “Xwest dengê xwe bigihîne jor. Hinek dibêjin xiyanet bû lê ne wisa bû. Mirov bi vê mantiqê nikare Rûsyayê fêm bike. Heke bikariya xwe bigihanda Moskovê û pirsgirêk vegotina, dê bandorekî erênî li ser stratejiya şer bikira. Lê li hêla din jî vê hewldana Prîgojîn gelek kêmasî û lawaziyên parastinê yên Rûsyayê derxistin holê.”