Nancy Pelosî: Êrîşa artêşa Tirk a li dijî gelê kurd Komkujiya Ermenan bi bîr dixe
- cîhan
- 13:16 30/10/2019
Seroka Meclîsa Nûneran ê ji Partiya Demokrat Nancy Pelosî li ser “Qirkirina Ermenan” a li Meclîsa Nûneran a DYA’yê hat pejirandin axivî û bal kişand ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava û got: “Êrîşên dawî yên artêşa Tirk a li dijî gelê kurd di dema me de talûkeyek bibîr dixe.”