‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’

img
 
WAN - Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik diyar kir ku ji ber krîza avhewayê barîn kêm bûne û wiha got: “Di dîrokê de cara ewile ku Gola Wanê ewqas vedikişe.”
 
Komeleya Parastin Lêkolîn û Pêşxistina Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEV-DER) bi boneya 22’yê Adarê Roja Avê ya Cîhanê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik axivî û bal kişand ser kêmbûna çavkaniyên avê ya li ser seranserî cîhanê. 
 
Kalçik got ku li seranserî cîhanê av kêm bûye û ya heyî jî qirêjî bûye û wiha domand: “Ji ber zêdebûna nifûsê, germbûna gerdûnê û hwd. dike ku bi milyonan kes nekarin ava paqij peyda bikin. Di demên pêş de hejmara kesên ku nekarin xwe bigihînin ava paqij dê hêj zêdetir bibe. Divê çavkaniyên avê neyên tunekirin û wisa bên bikaranîn. Bajarvaniya çewt, pîşesazî û avêtina beravêtiyên pîşesaziyê ya avê, dike ku ev çavkanî tune bibin. Ji ber germahiya zêde ya li seranserî cîhanê, barîn pir kêm bûne. Ev yek jî talûkeya hişkesaliyê bi xwe re tîne û bandoreke neyînî li qada jiyanê ya zindiyan dike. Lewma gol biçûk dibin, populasyona zindiyan a li qadên biav xera dike, çavkaniyên avê kêm dike û bi xwe re gelek pirsgirêkan tîne.” 
 
WAN BÛ YEK JI BAJARÊN XIZANÊN AVÊ
 
Kalçik, diyar kir ku ji ber polîtîkaya tê meşandin, li derdora Gola Wanê avahî tên çêkirin û wiha bi dawî kir: “Bajarê me, herêma me û welatê me hişkesaliyeke mezin dijî. Di nava 5 salên dawî de bandora herî mezin jî li bajarê me kir. Ji ber guherîna avhewayê, pirsgirêka avê bû yek ji pirsgirêkên herî mezin. Bajarê me bû yek ji bajarên xizanê avê. Gelek golên li bajêr hişk bûn û Gola Wanê jî di dîrokê de cara ewil e ewqas vekişiyaye.”