ENQERE - Wekîlê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku pêvajoya heyî ji bo Tirkiye û Kurdan firsendek e û got: "Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo li ser zemînekî siyasî û hiqûqî bidome."
Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Sînan Çîftyurek têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Adulllah Ocalan dest pê kir û geşedanên heyî ji ajansa me re axivî. Çîftyurek, diyar kir ku divê Enqere Kurdan ne weke gefekê lê divê weke şirîkeke stratejîk bibîne. Çîftyurek, got ku pêvajoya heyî ne tenê bi polîtîkaya navxweyî bisînor e û ji bo Tirkiye li Sûriye û herêmê bi Kurdan re tevbigere û aştiyeke mayinde çêbibe, krîtîk e.
‘JI BO HER DU ALIYAN JÎ FIRSEND E’
Çîftyurek, diyar kir ku bi bidawîkirina têkoşîna çekdarî re ji bo her du aliyan jî firsend derketine holê û got: “Divê rewşa heyî tenê di çarçoveya geşedanên li Rojhilata Navîn de neyên nirxandin. Ji ber ku şerê navxweyî jî êdî ji hêla çekan ve xitimiye. Bi berdana çekan re divê siyaseta sivîl xurt bibe. Ji bo vê PKK’ê tişta ji dest dihat kir. Divê dewlet êdî Kurdan weke gef nebîne. Kurd, miletekî cuda ne. Ev hezar sal in em xwişk-bira ne. Lê em miletekî cuda ne. Divê dewlet êdî Kurdan weke ‘parçeyeke miletê Tirk’ nebîne. PKK’ê niha çek berda û tekela tundiyê di destê kê de ye? Di destê dewletê de ye. Divê dewlet jî jixwe bipirse.
Divê Tirkiye zexta li ser siyasetê jî bi dawî bike û gavên hiqûqî biavêje. Divê dewlet bibêje ‘vegera li çekê nîne, dixwazim vê meseleyê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikim.’ Divê dewlet jî tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî û siyasî ve pêş bikeve.”
‘DIVÊ NAVÊ PIRSGIRÊKÊ RAST LÊ WERE KIRIN’
Çîftyurek, diyar kir ku ji destpêkê ve pirsgirêka Kurd di çarçoveya “teror-ewlehiyê” de hate nirxandin û got: “Divê ev zîhniyet biguhere. Nexwe çareserî çênabe. Em ji dewletê re dibêjin ku navekî rast li vê meseleyê bike. Heke komîsyon hêj peyva ‘Kurd’ nenivîse, ev nîşan dide ku dewlet naxwaze çareseriyê bike. Divê dewle bibêje ‘pirsgirêka min a Kurd heye û dixwazim çareser bikim.’”
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN WERE BERDAN’
Di berdewamê de Çîftyurek diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê bes nakin û divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be, bikare bi her kesî re hevdîtinan bike. Çîftyurek, got divê feraseta sûc, poşmanî û efûyê jî were terikandin û got: “Divê çarçoveyeke hiqûqî were avakirin, bi hezaran gerîla vegerin û tev li siyaset û civakê bibin.”
LI SÛRIYEYÊ DIVÊ BI KURDAN RE TEVBIGERIN
Çîftyurek têkildarî geşedanên li Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Tirkiye di mijara daxwazên Kurdan de pir hişk nêz dibe. Piştî ewqas hewldanan û gavên PKK’ê divê pêvajo têk neçe. Tirkiye çawa dixwaze HSD teslîmî HTŞ’ê bibe? Ma li wir hiqûq, dewlet heye? Divê Tirkiye ne li cem HTŞ’ê li cem Kurdan cih bigire. Xebatên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser serkeftî ne û divê têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin û bi hev re tevbigerin. Ger Mazlum Ebdî û Nêçîrvan Barzanî bi hev re li dinyayê bigerin, ev dê li her çar parçeyan rê li ber kelecaneke mezin veke. Her du parçe mecbûr in hevkariyê bikin. Heke yek ji wan têk biçe dê parçeya din nekare bêhn bistîne.”
'DÊ JI BO TIRKIYEYÊ JÎ BIBE TEMÎNAT’
Çîftyurek, got divê Tirkiye êdî Rojava weke gef nebîne û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên dawî de zimanê xwe diguherîne. Êdî ber bi qebûlkirina statû û hebûna Rêveberiya Xweser ve diçe. Niha dibêjin ‘bila statû’ hebe lê naxwazin HSD weke artêşeke cuda be. Statu hate qebûlkirin. Ev geşedan gavên girîng in. Divê HSD parçeyeke artêşa Sûriyeyê be lê divê di nav artêşê de nehele. Hebûna HSD’ê ji bo Tirkiyeyê jî dikare bibe temînateke girîng. Ji ber ku ne diyar e dê HTŞ çi bike.”
MA / Mehmet Aslan
