Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
- ekolojî
- 15:32 31/8/2022
Rêxitinên ekolojiye û partiyên siyasî dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê li Çiyayê Cûdî meş li dar bixin.
Rêxitinên ekolojiye û partiyên siyasî dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê li Çiyayê Cûdî meş li dar bixin.
Jiyana Mûhammed Badillî yê ku ji Ameriya hatiye Stenbolê, bi welîdîna zarokê xwe re hat Rihayê veguherî serpêhatiyekê. Badilli ê ku li taxa Tesxirapê hatibû dinê bi malbata xwe re jiyaneke nû da destpêkirin û ji vehewînê heya çandiniyê jiyaneke ekolojîk û komînal rêxistin dike.
Şewata daristanê ya li gundê Marûnis ê Colemêrgê ya di encama operasyona leşkerî de di 12'ê tebaxê de rû dabû, piştî 15 rojan xwe bi xwe vemirî.
Li gundê Lîçikê yê navçeya Kanîreşê qirkirina daristanan di roja 38’an de didome. Serokê Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Şaxa Amedê Canfidal Boldaş anî ziman ku ji bo hestiyariyê divê hemû derdorên teknîkî û saziyên civaka sivîl peywirê hilgirin.
Parêzer Bariş Yildirim bal kişand ser projeyên madene yên ekosîstema Dêrsim û Çewligê ku di Hewzeya Firatê de ne tune bikin û wiha got: “Çavkaniyên ava paqij diqedin. Têkoşîna ekolojiye, têkoşîna mafê jiyanê ye. Divê weke têkoşîna herêmekê neyê fêmkirin.”
Baroya Şirnexê ji bo birîna daran bê rawestanin bang kiribû, piştî banga baroyê 180 kes daxwaznameyên ku hatibûn amadekirin tije kirin û serî li walîtî û qeymaqamtiyan dan.
Baroya Şirnexê ji bo talankirina daristanên li herêmê bê sekinandin, pêşnumayên daxwaznameyan amade kir û bang li welatiyan kir ku biçin serî li Walîtiya Şirnexê û qeymeqamên navçeyan bidin.
Li Qilebanê di bi navê “lêgerîna madenan” dever tên kolandin û hafriyatên wan jî bi awayekî bêserûber diavêjin hawirdorê û çeman. Di çarçoveya xebatan de dar tên birîn û av tên qirêjîkirin.
Li Taxa Qitkan a Payîzava ya Wanê şewat derket. Di şewatê de 5 hezar gurzên giya û 20 tonên kayê şewitîn.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî destûra lêgerîna petrolê ji bo 2 qadên li Sêrt-Şirnex û Rihayê da Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO).
Li gundê Hesena yê suryanan birîna daran berdewam dike.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê li dijî birîna daran daxuyanî da û got: “Li herêmê ne tenê dar tên birîn her cure zindî tên tunekirin. Bêdeng nemînin.”
Li herêma Rîsor a Bestayê ev du sal in bênavber dar tên birîn. Şêniyên herêmê da zanîn ku bi hinceta rêyan heta niha qira daran hatiye anîn û wiha gotin: “Ji bo bêhtir daran bibirin dê rêyên nû çêbikin. Heke wiha bidome dê heta dawiya salê Rîsor mîna çolê bibe.”
Hawirparêzan bertek nîşanî birîna daran û talankirina xwezaya Şirnexê dan û gotin ku divê li dijî qirkirina xwezayê bertek bên nîşandan û wiha gotin: “Heke birîna daran wiha bidome dê li herêmê qadên jiyanê nemînin. Werin em bi hevre bibin nefesa Şirnexê.”
Li Şirnexê Tevgerên Hawirdorö û STK li dijî birîna daran daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Heta em xwezaya xwe azad bikin em ê bitêkoşin."